Nûçe

Akademîya Zivistanê vê carê jî bi serkeftin derbas bû

Di navbera 25 û 30.12.13, KOMCIWANê vê carê akademîya xwe ya zivistanê li Wasserkuppe’a nêzîkî bajarê Fuldayê li dar xist, bi besdarbûna bêtir ji 60 keç û xurtan ji bajarên cihê yên Elmanyayê, lê herwesa ji Fransa û Swisre yê jî.

Tîma rêkxistina akademîyê bernameya xwe cardin bi semînar, workshop û sevbêrîyên cihêreng û balkês xemlandindibû.

Roja yekê ji akademîyê bo gehistina grupên besdar hatibû terxankirin û bi leystokên hevnasîna amadebûyan bi dawî hat. Roja duyan, pistî tastê û deqeyek bêdengî û rêzgirtinê ji boyî sehîdên Kurdistanê bi sêmînara hêja Dr. Golmorad Moradî hat destpêkirin, ku sebaret rewsa niha ya Rojhelatê Kurdistanê bû. Semînara duyan ji bal kak Halîl Savucu ve, li jêr navê „Êzdîyên Kurdistanê-Zarokên Tawisî-Melek- Li revendê sansê dawî an trajedîya têkçûnê?’, hat pêskêskirin. Semînara birêz Kenan Alabay, li dor serborên girtîyan li Tirkîyê di dema derbeya 1980 an de hat gêran, ku ew bi xwe jî yek ji wan bû.

Li roja 28.12.13, bi helkefta bihurîna 2 salan li ser komkujîya Roboskî, bi vêxistina mumikan re KOMCIWANê daxwanîyek jî belav kir. Tê de hikumeta Tirkîyê hat sermezarkirin, ku ta niha bi hîç rengekî xwedî li qurbanîyan ne derketîye.

Li roja pastir, kek Mesud Tek, sekreterê gistî yê PSK hat serdana akademîyê û bi kurtî li ser rewsa niha ya Kurdistanê û guherînên herêmî rawesta, besdaran jî li dawîyê pirs arasteyî cenabê wî kirin.

Evîn Koflî, seroka KOMCIWAN-Elmanyayê slogana KOMCIWANê bo sala 2014ê bi bîr anî, jêr navê „Sinir tune ne- Em tev yek gel in’. KOMCIWAN wê di çarçovê slogana xwe de, çalakîyên cuda cuda li 2014 an saz bike.

Akademî herwesa ji van workshop’an pêk dihat: Govend ji bal Kek Sedat Karakas ve hat rêvebirin,ku tê de govendên ji deverên cuda yên Kurdistanê hatibûn provekirin. Kek Zeynel Yatcî workshop’a vîdyoyê pêskês dikir, ku di vê çarçovê de raporek li dor akademîyê hatibû dirustkirin. Birêz Leylayê serkêsîya workshop’a sanoyê dikir, ku naveroka wê çîroka „Pîr û Rovî’ wek sanogerî hat nimayis kirin, hem bi Kurdî hem jî bi Elmanî. Di Koroyê(strangotin) de birêzan Ajda û Erdeniz besdar fêrî stranên kurdî kirin. Kek Seyidxan Kurij besdarên workshop’a xwe birin wextên berê û çîrok bi wan dan nivîsîn, bi Kurdî (Kurmancî û Kirdkî) û Elmanî. Encamên van workshop’an li seva dawîyê hatin pîsan dan, ku gelek cihê keyfxwesîya temasevanan bû.

Pas xwarina sîvê, sevbêrîyan bi yarî û leystokên cuda cuda dest pê dikir, daku amadebûyî hevdu bas nas bikin. Roja dawîyê û pistî tastê bere bere grupan dest pê kir çantên xwe lêkdan û berev malê bi rê ketin.

Dengê Kurdistan

Back to top button