Nûçe

Alîgirên HAK-PARê li derveyî welat xebata xwe koordîne dikin

Roja 28ê Mijdarê li Almanyayê, Rêxistina Koordînasyonê ya Pistgirîya HAK-PARê li Dervayî Welat hat damezandin.

Di civîna damezrandinê de kul i bajarê Bottropê pêk hat, li ser navê hevalbendên HAK-PARê yên ji welatên Almanya, Hollanda, Fransa, Îngîltere, Swêd, Îsvîçre , Yûnanîstan û Danîmarkayê, 45 kesên dilsoz û pistgirên HAK-PARê amade bûn û hemûyan pêwîstîya xurtkirina pistkiriya HAK-PARê anîn ziman. Besdaran bi dilxwezî û hêvîyeke xurt li ser kar û barên pistgirîyê dîtin û pêsnîyarên xwe gotin û ew guftugo kirin. Di civînê de cîgirê Serokê Gistî Necati Bayram jî besdar bû.

Di encamê de hat biryarkirin ku xebatên pistigirîya HAK-PARê yên li derveyî welat, bi hev ve bêne girêdan û koordîne kirin. Ji bona vê jî rêxistineke koordînekirinê hat damezrandin. Wek rêvebirîya rêxistinê pênc kes hatin hilbijartin da ku di demeke nêzîk de ji bo amadekirina komcivîneke berfireh bixebitin.

Di encama civînê de her weha hin pêsnîyar û biryarên siyasî hatin stendin. Encamnameya civînê wê di demeke nêzîk de ji raya gistî re bê pêskêskirin.

Besdarên civînê bi hêvî , dilxwesîyeke mezin û enerjîyeke nû vegerîyan welatên xwe.

Dengê Kurdistan

Back to top button