Nûçe

Alîyên siyasî yên Rojava ‘Peymana Duhokê’ îmza kirin

Bi serperestiya Serok Barzanî rêkkeftina Dihokê ya li navbera aliyê siyasiyên Rojavayê Kurdistanê hate îmza kirin.

Îro çarsem 22.10.2014 li bajarê Dihokê bi amadebûn û serperistiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li hengavekî dîrokî û çarenûsaz da rêkkeftina Dihokê li navbera serkirdayetiya Tevdem û Encûmena Nîstîmaniya Kurd li Rojavayê Kurdistanê hate îmza kirin.

Pistî wê yekê ku li ser vexwendina Serok Barzanî bi navê dawî anîna nakokiyan û gihîstina bi rêkkeftinekî hevbes ya aliyê siyasiyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ku li serkirdayetiya Tevdem û Encûmena Nîstîmaniya Kurd pêkhatiye û li bajarê Dihokê û bi amadebûna Serok Barzanî civiyan, nêzîkî neh roje danusandin li navbera aliyên Kurdiyên Rojavayê Kurdistanê berdewame û serencam gihîstine rêkkeftin û îro çarsem 22.10.2014 li bajarê Dihokê bi amadebûn û serperestiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê rêkkeftin hate îmza kirin.

Di merasîma wajo û îmzakirina rêkkeftinnameya Dihokê Serok Barzanî gotarekî pêskês kir û ev roj bi rojekî dîrokî û pîroz da zanîn.

Serok Barzanî balkisand li ser wê yekê ku ev rêkkeftin destpêka serkeftina gelê Kurde li Rojavayê Kurdistanê û bi vê helkeftê ve pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û hemû aliyên siyasiyê Kurdistanê û her wiha hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê kir û destxwesiyê jî li aliyên siyasiyên Kurdê Rojava kir û hêviya ewe jî xwest ku ev rêkkeftin bi zûtirîn dem bê bicîhkirin.

Serok Barzanî tekez li wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê ewê ji dest bê ji bo palpistîkirina Rojava dike û balkisand li ser xweragirî û qehremaniya Kobanê û silav û rêzên xwe ji bo Kobanêya qehreman sand.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî eve jî xisterû ku serkeftina Kurd li her cîhekê serkeftina gelê Kurde.

Serok Barzanî yekrêziya di navbera aliyên Kurdî bilind nirxand û balkisand li ser wê yekê ku cihê serfîraziye ji wê dema ku dijmin dixwazin rewsa gelê Kurdistanê têk bidin hêzên Kurdan berev yekrêzî û yekbûn û hevkariyê ve biçin ji ber ku ev rêkeftin bersîva rast û dirust ji bo dijminan eweye ku em hemû bi pêkve bîn.

Hewlêr-KDP.info

Dengê Kurdistan

Back to top button