AMNESTY DIBÊJE: HEJARÎ PARA JINAN BÛYE
Kê dengê xwe neke, dengê xwe bo mafên xwe bilind neke, kes xwedî lê dernakeve.
AMNESTY DIBÊJE: HEJARÎ PARA JINAN BÛYE
Gor gotina Gunda Opfer, Rêxistina Navnetewî ya Lêborînê ji Besa Elmanyê, bi taybetî keç û jin di warê hejarî û feqîrî da beramberî binpêkirina mafên mirovan in. Amnesty bi çarçavê projeyek va ‘Bo mafê mirovî, dijî hejarî’ rewsa jinan û keçikan tîne ber çavan û pistgirîya wan dike.
Bi projeyek din va jî bi navê Perperokên hêvîyê=Schmetterlinge der Hoffnung’ hemû endamên Amnestyê ji dinyayê alîkarîya Nicaraguayê dikin. Jin û keçik li Nikaraguayê roj bi roj beramberê dest avîtina namûsê û xirab bikaranîna sexsualîteyê ne. Ev çalakî ango ‘Perperokên hêvîyê’ bo rakêsandina rewsê û pistgirîya jinên Nikaraguayê dimese.
Alîyek din besa Elmanya ya Amnesty bi nave ‘Rind mêzebikin û pêsîya tund û tujîya dijî jinan helwestek bigrin’ kampanyek mezin ji sala 2004 heta 2010 amade kiriye û pêkanîye. Her usa ji 35 welatên dinyayê li ser tund û tujî ya dijî jinan xebitîne.
Nuha jî hember hejarîyê disekinin, gor gotina Gunda Opfer. Bi vê kampanyayê nû va li ser pirsgirikên cure cure disekinin. Ji wana hebek ‘Mafên perwerde û fêrbûn û tendurûstîya jinan’ hebek jî ‘Hebûna mafên starbûn û rûnistina malek’ e. Amnesty bi dil û can li ser mafên bingehîn ya bi nave ‘Rayê hejaran hildin’ dixebite û alîkarîya mîrovên feqîr dike. Her besên projeyê rewsa jinan ber çavan digre.
Di besê her projeyê da giringîya pêrîsanîya jinan, rewsa feqîrî û hejarîya wan, binpêkirina mafên mirovan taybetîyek girîng digre. Jin di bin barê giran ango hejarî da dijîn. Gor texmîna UNO yê, di nav belengazan da ji sedî 70 zêdetir jin in. Nîvê nifûsa dinyê jin in, ango ji mêran zêdetir feqîrbûn para wana dikeve.
Jinên ku di welatên bi her alî va pêsta diçe dijîn da, sedî yek jî xwedî erd nînin. Lê sedî 60 heta 80 berhemên pêdivîyên xwarinên dinyayê, ewana tînine holê. Sedemên bingehîn bo ne wekhevîyê nav cîvatê, kêmdîtina jin û keçên hejar in. Di hin zagonên welatan da ev yek hatîye pejirandin. Li yên welatên din wekhevîya jin û mêran heye, lê dîsa jî rojane beramberî rewsa jêrdîtinan da ne û pêsîya vê yekê nayê girtinê.
Mafek jinan ya bingehîn heye ku mafên xwe bixwazin. Li ser mafên xwe yên perwerde û fêrbûna xwendinê bisekinin û bixebitin. Xwendin û nivîsandin ango fêrbûn, mafek bingehîn û navenda mafên însanî ye. Lê malbatên hejar piranî nikarin keçikên xwe yan jî zarokên xwe bi temamî bisînin dibistanan, ji ber ku pere wana tunne. Piranîya wana dixwazin kurê wana bixwîne. Ber ku dizanin kurên wana di pêsedemê da bo malbatê bixebite. Keçik piranî di karê nav malê, li mêrg û zevîyan da heta ku bizewicin dixebitin. Ev rewsa jîyana jinan ango bêparbûna karê cîvatê heta hetayî domdike.
Ji ber belengaziya malbatan, keçikên piçûk zû didine mêran da ku xwedîkirina keçikan ji ser malbatan zû rabe. Kêmasîya nexwende bûna wana, kevnesopîyên qedîm, çand û olên wana jî nahêlin ku jin û keç bikevin nav sîyasetê. Bo mafên xwe bixwazin û ji bo heq û mafên xwe berxwebidin. Bala gelemperî li ser rewsa xwe biksînin. Kesek ji ber vê yekê guhnadine rews û belengazbûna wana. Kê dengê xwe neke, dengê xwe bo mafên xwe bilind neke, kes xwedî lê dernakeve.
Bo nimûne, di Yemenê da ev rews rojane û balkês e. Amnesty ji ber vê yekê projeyek bi navê Yemen – Jin û Keçik: Dijî dewa zewaca bi zorê, xirab bikaranînê û kêmdîtinê bikin’ çêkirîye û nuha jî her didome.
Di pir deran da jî jin nikarin biryara xwe li ser xwedî zarok anîn da bidin, ji ber ku di plana malbatî da rayên wana nayê hildan û kesek wana tistek nahesibîne. Ev yek di qanûnan da jî nehatîye pejirandin.
Di welatên bi her alî va pêsta diçe da jin û keçên 15 heta 19 salî ji ber komplîkasyona du can bûyînê da canê xwe didin. Li piranîya sedemên bûyerên canê xwe dayînê da tunnebûna alet û personalên dayrên tendirûstîyan, ji bo rewsên acilî nehatine danîn û bêperebûna wana ber bi çav e. Amnesty bo vê yekê li Peru, Sierra Leone, Burkina Faso, Nicaragua, USA û Indonezyê li ser vê pirsgirikê xebitîye.
Alîyek din hejarî, sedemek bo serderxistin û pevçûnan tund û tuj in jî. Ji ber bikaranîna çek û sîlah tevlihevîyek û pevçûn jî derdikeve holê. Di van rewsan da xirabî, belengazî dest avîtina namus para jinan dikeve. Pir jin di Darfurê da (Sudan) di vê rewsê da ne.
Gelek jin di Nairobi û Kenyayê da newêrin derkevin derva an jî destavê. Ji ber hejarî xelk di peravên bajaran li koxikan da dijîn, helbet bê tuvalet û bê evle jîyana xwe derbas dikin. Êvaran li wan mintiqan derketina destavê pirsgirikek girîng bûye. Ku tirsa dest avîtina namusên wana newêrin derkevin derva û ji ber vê yekê jî nexwes dikevin.
Bi kurtî em dikarin bêjin, li her welatek da bûro, insîyatif û gurubên xebatê yên Amnesty henin. Ji bo jinan, parêzger û karmendên jin li wan deran dixebitînin.
Her kê dixwaze ji bo mafên xwe dikare ji wana alîkarî û pistgirî bixwaze. Ewana tu caran dubendî naxine nav welat û însanan. Her alikarîya mafên însanî dikin.
Dengê Kurdistan © 2011
Macide Senem Çamlibel