|
BILA PÎROZ BE!
8 Ê ADARÊ ROJA JINAN LI CÎHAN!!!
A. BALÎ
8 ê Adarê li seranserê cîhan dengê jinan her bilind
dibe. Jin û jiyan li hemî cîhan ew destê xwe didin hev
û ref bi ref li dijî çewsandina xwe derdikevin. Di dawî
de jinên Kurdistan jî, li dijî zordariya civatê ya li
ser wan wek barê giran berdewam dike, ew hêdî radiwestin.
Ew jî dixwazin di nav civatek hemdemî û nûjen de wek jinên
cîhan serbest û azad bijîn!..
Gelo ew 8 ê Adarê çawa bû cejna roja jinên cîhanê? 8
ê Adara 1857 an li bajarê New-Yorkê, jinên ku di febrîqên
tekstîlê de dixebitîn, wana ji bo bi destxistina mafên
xwe yên wekhev bi çalakî û bi têkoşîna xwe ya karkeran
ew bi serketin. Di sala 1910 an de li Danîmarkê konferansa
Sosyalîst Enternasyonel ya Jinan de roja destpêkirina
têkoşîna jinên Emerîkî 8 ê Adarê wek Roja Jinên Kedkar
ya Cîhanê � hate îlan kirin. Di sala 1977 an de jî Neteweyên
Yekbûyî 8 ê Adarê ji bo hemî jinan, ew roj wek Roja Jinên
� Cîhanê bi fermî ew hate pejirandin.
Ew roj bila li hemû jinên kedkar û azadîxwez pîroz be!
Ya rast ew e, ku li welatê me, li Kurdistanê hîn îro jî,
mafên gelek jimara jinên Kurd binpê dibe. Jin bê dil,
bi qalin û bi berdêl û bi peran tên firotin û guhartin!
Bi serbestî karkirina jinan bila ew li alîkî be, pir jinên
Kurd bi serê xwe tenê nikanin ji mala xwe derkevin!..
Her roj nûçeyên jinên xwe dişewitînin û yên ji aliyê
mêrên xwe ve tên kuştin zêdetir dibin! Di nav civata
Kurd de, bê guman jinên azad û serbest û yên demoqrat
jî hene. Lê jimara wan kêm e. Dewleta Harêma Kurdistan
pêwist e, ku pirsgirêkên jinên Kurd zûtirîn çareser bike!
Wekheviya jin û mêran bi zagona bingehî bête pejirandin
û di paratîkê de jî, ew wek zagonên nûjen û yên hemdemî
pêk bê!
Bi ew helbesta li jêr, ez Roja Jinên Cîhanê pîroz dikim
û hevkariya xwe ji jinên cîhanê re nîşan didim. 8
ê Adarê li jinên Kurd û yên hemî cîhanê bila pîroz be!..
JİN Û JIYAN
„Ji bo 8ê Adarê“
Gelo, ma çi heye li vê dinê,
Hêja û pîroz, wek her jinê?
Ew hem xweşik û bedew e,
Dayîka jîndaran jî, her ew e.
Dayîk ducanî dibin, diafirînin,
Bi xwe re ew jiyanek nû tînin.
Jin li cîhanê, belavdikin jiyanê,
Bi xemlan wê tînin meydanê!
Ji tunebûnê, bes jin avadikin,
Ewna keda xwe jî, tevê dikin.
Bes jin in, yên rû erda cîhan
Ewna pêşerojê jî didin insan!
Çi pîroz û hêja ye, wek jinan?
Ji canê xwe can didin mirovan!
Ew bi keda xwe rûmet û rêz in,
Neslê civatan jî ewna diparêzin.
Di xwezaya xweşik de her jiyan
Destpêdike bi kar û barên wan.
Her jin in, ew malan jî avadikin,
Li hundir tijî bûk û zava dikin!..
Eke jin nebin nav cîh û malan de,
Mal têkdiçin nav xerab halan de!
Nifta derî, stûna malê her jin in,
Jin bi xwe re heroj jiyanê tînin.
Ey dayîka xweza, rindiya dinê,
Gelo, çi xweştir e, ji şîrê jinê?!.
Hemî jin berxwedidin, serkevin,
Ji bin nîrê zordestiyê derkevin!..
Bêjevan, tu çi gotinan rêzbike,
Ji bo jinan, ew gotina hindik e!
Tu, gencîneya peyvên Kurdî de,
Bi van gotina dilê jinan geşdike!
8 ê Adarê 2011
|