[email protected]
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Barzanî : “Leyla Qasim sembola azadiya rêya Kurdistanê ye”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya 37’emîn Salvegera bidarvekirina Leyla Qasim mesajek ragihand.

Dengê Azad/Hewlêr

Barzanî di mesaja xwe de ragihand ku di rojeke wekî îro da û di sala 1974an da keça kurd a wêrek û çavnetirs Şehîd Leyla Qasim hate bidarvekirin û bi şehîdbûna wê jî şehadeta nemiriyê bi xwe bexşî û bû sembola azadiya rêya Kurdistanê.

Barzanî bi bîr xist ku Şehîd Leyla Qasim yekem jina Kurd e ku li Iraqê li ser siyasetê hate bidarvekirin  û di dema îdama xwe de jî bi dengekî bilind hawar kir ku bi kuştina wê dê bi hezaran Kurd ji xew şiyar dibin.

Serokê herêmê da zanîn ku pêwîst e ders ji reftarên Leyla Qasim bê wergirtin ku berî bidarvekirinê gelek tade û zorî lê hatibû kirin daku daxwaza lêborînê bike, wê ew daxwaz red kir û ji celatdên xwe re got, ewê tenê li gelê kurd daxwaza lêborînê bikim çimkî amrê wê têra wê çendê nekir zêdetir xizmeta gelê xwe bike.

Serok Barzanî di berdewamiya mesaja xwe de got, “ Hezaran silav ji bo ruhê paqijê Şehîd Leyla Qasim û hevalên wê Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî ku di vê rojê da her hemû bûn stêreke geş û biriqdar li asmanê Kurdistanê ku îro Parlemento û Hikûmeta Herêm di jêr sî û ronahiya wan da ye.”

Serokê herêmê da xuyakirin ku Kurd wekî neteweyeke zîndî û bixwebawer  ji bo destxistina mafên xwe yên rewa amade ye giyanê xwe bext bike û bi merdayetî û azayetiya xwe rûpelên dîrokê bi tîpa zêrîna xebata xwe binexşîne û dasteneke tije serwerî û qahremanî tomar bike.

Hêjayê gotinê ye Leyla Qasim û çar hevalên wê Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî Roja 28ê Nîsana sala 1974ê (28.04.1974) ji ber karê kurdayetî û niştîmanperweriyê ji aliyê Rejîma Iraqê ve hatin girtin û li roja 12ê Gulana 1974an jî serê sibê hatin îdamkirin.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011