Burkay ji Swêdê hat oxir kirin, li İstenbolê pêşvazî lêhat kirin
Dema Nû/İstenbol
Şair û siyasetmedarê Kurd, kek Kemal Burkay, piştî 31sal û 4 meh paşê bi bi bêrî û hesreta welêt û xelqê xwe, ji stockholma paytextê Swêdê hat oxir kirin, li balefirxaneya İstenbolê bi germahî û girseyî, bi gul û qurnefilan hat pêşvazîkirin. Hesret û rêpaniya salên dûr û dijrêj ya sirgûniyê bi dawî. “Sembola azadî û Aştiyê tu bi xêr hatî...”
Burkay, li gel hin heval û dostên xwe, bi hevrêyiya nivîskar Oral Çalışlar û keça xwe Helînê ji Swêdê bi rê ket û li vbalefirxanenya Stenbolê ji aliyê girseyeke ber bi çav ve hat pêşvazî kirin.
Girseya ku ji aliye heval, hogir û dostên Burkay û birêvebir û endamên HAK-PARê ve hatibû berhevan û birêvebirin, bi sietan berê li balefirxanenyê civiyan, kelecan û rêpaniya Burkay destpêkir.
Her pêşve çû kelecan û girse zêdetir bû. De wusa lê hat, demekî paşê aliyek ciyê hatina rê û rêwiyan bi tevahî hat dagirtin. Li ser vê yekê, hêza polêsên heyî têr nekir, bi xwestina tîmên taybet yên polêsan emnîyet û ewleyîyeke ber fireh hat wergirtin, pêşiya girseyê hat birin.
Pêşvaziyeke bi coş û helbest…
Pêşvazî li gel Serokê Giştî yê HAK-PARê Bayram Bozyel, Cigirê Serokê Giştî yê HAK-PARê Hasan Dagtekin, Fehmî Demir, Reşit Deli, Seid Aydogmuş, M. Celal Baykara, Seher Erol, Umit Tektaş, Girênendeyê Rojnameya Dema Nû Arîf Seviç, hunermend Seher Erol, Nulîfer Akbal, Azad Ziya Eren û gelek hunermend û nivîskarên din, hêjmareke mezin jin zarok û têgihîştî bi coş û cümbüş, bi gul û peyam, bi xwendina helbest û çarînên wî, hat kirin.
İzdihama hatinê…
Burkay, biderîvekirina balefijrê, ji aliye hin birêvebirên HAK-PARê û cigirê Waliyê İstenbolê Ahmet Aydin hat pêşvazîkirin. Piştî kontiroleke kin û wergirtina walîzan, di dergehê VİPê de bi qeelebalixiya girseya pêşvazîvan û medyayê re rûbe rû ma.
Êdî ew dema ku li bendê bûn hatibû, hesreta ji bo kek Kemal Burkay, bi hemû awayî xwe dabû der; îzdiham çêbû, girse û medya li hev weribîn, hema mabû ku Burkay di nav aliyan de bê eckandin. Hema ji carekî ve hemû ew jin û zilam, piçûk û zarok, medya û nûçegihan, dixwestin xwe bigîhînin wî helmêz û rapêçin. De wusa lê hat mecal û firsed nema ku Burkay deve xwe veke gotin û peyamek bide.
Eleqedarî şaş û mehtel hişt…
Burkay, di hal û rewşeke weha de bi zor û zerp, ji destên girseyê hat revandin û wî gihandin Otêla Hill ya Taksîmê.. Burkay bi xwe jî, li hember eleqedariyeke weha him kêfxweş bûbû, him jî şaş û mehtel ma bû. Kelecanekî mezin bi wî jî girtibû. Li gor wî, pêwistî bi gujeguj û giregireke weha tüne bû. Ji beşdarvanên pêşvaziyê û medyayê xwest ku hêj sakîn bin.
Preskonferansek…
Li ser vê yekê, ji bo ku Burkay, peyamên xwe bi medyayê û rayagiştî re parve bike, li salona Otêla Hillê preskonferansek hat li darxistin. Buryak di vê preskonferansê de peyam, bîr û rayên xwe yên di warên cihê cihê de parve kir. Dîsa wek her carê peyama Burkay ya destpêkê “aştî û azadî” bû. Burkay, disa di bang û peyama xwe de xwest ku hemû pirs û pisgirêk bi rêya aştî û demokrasiyê, diyalog û yekgirtinê bên çareserkirin.
“Ezê piştgiriya pêngavan ji bo aştiyê bikim”
Burkay, diyar kir ku her pêngava ku ji bo aştî û çareseriYê bê avêtin, dê piştgiriya wê bike. Burkay, “ Dixwazî ev pêngav ji aliyên Hukumetên ve yan jî CHPê ve bên avêtin, her kî ji bo çareserkirina pirsa kurdî gavek bavêje divê em piştgiriya wan bikin. Divê pêşiya wan aliyên ku dixwazin rêya aştiyê sabote dikin, bê girtin.”
Burkay, di axaftina xwe de eşkere kir ku ew bi eleqederiyeke mezin re rûbe rû maye, ev yek wî gelek kêfxweş kiriye, lê ev yek ne tene ji bo kesayeta wÎ ye, ji bo ew tekoşîna ku salên dûr û diRêj daye ye.
“Pêvajoy” berlêvekirina çareserkirina pirsa kurdî girîn e”
Burkay di axafitna xwe de bal kişand ser berlêvekirina çareserkirina pirsa kurdî û weha got: “Hukumetê pêvajoyeke berlêvekirina çareserkirina pirsa kurdî, destpêkiribû.li gor min pêngaveke bi cesaret bû. Ez hêvî dikim, li gel gelek astengan berdewam be. Ezê jî piştgiriyê bidime vê yekê. Jixwe yek armanca hatina min jî ev e. Divê em xelqê berbi pêvajoyeke bi xwîn û şîdêtê nebin. vegera min, bi saya ew girse, rewşenbîr û polîtîkavanên ku ji bo azadî û aştiyê tekoşîne, ne. Hukumetê jî pêngavên erênî avêt.”
Program…
Burkay, hevdîtin û sohbetên xwe yên li gel heval, dotst û medyayê dom dike. Dê ev roj (31.07.2011) li Avahiyên Wakfa Sporê ya Bakirkoyê, ji bo Burkay xwarinek bê dayîn. Hemû heval û dostên wî, vexwendiYên vê xwarinê ne.
Burkay, dê di 06.08.2011an de biçe Enqerê û bernameya xwe ya li vir hetanî 19.08.2011an dom bike. Paşê jî di 20 08.2011an de jî biçe Diyarbekirê û bernameya xwe ya li Kurdistanê dom bike.
|