[email protected]
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
KOMKAR Eu: „Li hember bûyera provakatîv, bê deng nebin”

Kofederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa- KOMKAR.eu li ser êrîşa endamên BDP li ser xortên HAK-PAR’ê belavokek derxist û ji hêzên demokrat xwast, ku dijî vê bûyerê bê deng nebin. Belavoka KOMKAR EU bi vî awayî ye:

Ji bo raya giştî!

Di wextekî ku ji her demê pirtir pêvîstiya gelê me bi yekitî hevkariyê heye, komek ji 30 kesan ku endamê BDP´ê şaxa Ruhayê ne, di 25´ê meha Çile de erîş birine ser sê ciwanên HAK-PARê û wan birîndar kirine. Tu mantix erîşên usa qebûl nake. Erîşê wiha provakatîf,  xizmeta yekitî û hevkarîya gelê Kurd nake û her usa hevgavên di vî warî da jî xerab dike, li ber yekitîyê dibe asteng. Ev jî tu caran xizmeta berjevendiya gelê Kurd nake.

Li hember vê bûyera provakatîv, heta nuha bê dengmayina BDPê jî nayê qebûlkirin. 

KOMKAR.eu vê erîşê û erîşên bi vî rengî mehkûm dike. Di serî de bang li BDPê û hêzên demokratîk û aşîtîxwaz dike, bang li hemû hêzên ku di çareserkirina pirsan de bi karanîna şîdetê red dikin dike ku li hember vê bûyerê bê deng nemînin û hestiyariya xwe nîşan bidin.

25.01.2011

Kofederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu

 
   
Dengê Kurdistan © 2011