[email protected]
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Dibistana Hilato Dihato

Mamoste Omerî

Mamoste Omerî ji malpera me ra çend nivîs şandin û  pişt re jî nivîsên teze dê bişîne. Ew nivîs pêkenî ne. Pêkeni him merivan didin kenandin him jî didin fikrandin. Ken jî bo mirovan hewce ye û carina wek derman e… Emê li jêr nivîsa M. Omerî a pêşîn diweşînin (Dengê Kurdistan)

DARGRUBCİTÎ…

-Hilato ez ketime bextê te û bextê xwedê, tê rehmê li dê û bavê xwe bîne û tê ji min re bêje, bêka ev maneya DARGRUPCITÎ’yê çîye?

-         Hey bi tirkî Oxlim, bi erebî ibnî û bi kurmancî layê min! Dihato! Çi tiştê ji xwedê re nelazim li cem te derdikevin. Ma tu û ev gotinên wilo oxlim! Dargrupcîtî çi bi serê te ketîye? Tu her bi pez û dewarê xwe biştexil, Dihato, hey oxlim!!

-         Hilato, malmîrat ne min xwe avêt dexîle te lawo, ma tu ji min re bêje qey wê xwîna reş têkeve ser mêjyê te lawo?

-         De yabo! Were vî kerî bi vî kurtanî derbaske.
Oxlim Dihato, ma ez bêjim dargrupcîtî partîya sererd û binerdê ye, tu fêhm nakî.
Ez bêm komeletîya civakî ye…
Ez bêm parastina fikr û ramana ye…
Ez bêm xebata rêxistinî û prensbî ye, dîsa tu fêhm nakî.
Deka bêjin yabo! Ezê çi xwelîyê li serê xwe kim û çawa te li berxînim?

-         Wey mala te ne ava, ne tu be û ne jî mamostaya te be. Lawo min got tu çend gotinên seldim beldima tirkî dizane, ma tu ji minre mana wê bêje qey wê kevir bi ser te de bibibarin Hilato? Lê sûc ne yê te ye, yê min e, ez hatime cem Hilatê ku, mirişka xêr ji gûyê wî ne ditîye.

-         De ka, ka.. bêje bi ew quzilqûrt te ji kuderê bihistîye oxlim, Dihato?

-         Kuro ev hozanê me Ibrahim Güçlî ye bê cêyî! Îro nebixêr min şerîta wî danî ser teybê…

-         Êêê?

-         De bihêl ez temam bikim, wek Xaltîka Fatê xwe nevêje navberê, bi xwe karibe.
Birastî ez bêjim, stranên ku digot, nîvê gotinên wî min fahm nekir. Lê ew strana wî ku digot, ”bela bişewite mala dargrupcîtîyê” ewqas bi şewat digot, dilê min jî şewitand û ji berxwe êsir bi çavên min ketin. Îcar min jî mitale kir, bêka maneya wê dargrupcîtî çîye…Û jibo wilo ez hatim cem te û min ji te pirsî. Ma qey dinya xerab bû?

-          Dihato hey bi tirkî oxlim, bi erebî ibnî û bi kurmancî layê min! Hey te di binê bêrîka min kutayo, Dihato! Ez yekî weke Mamoste Hilato ku bi Tirkîya Osmanî, bi Erebîya fesha, bi kurdîya sorkurmancî û bi çend zimanê gawira dizanîm, tiştekî ji stranên Hozan Îbrahîm Guçlî fêhm nakim. Îcar tu Dihatê ku, Kîre xwe û singê golik ji hev nasnake tê ji sitranên wî fêmbike? Ew ne karê teye oxlim Dihato!

-         Kuro Hilato, ne min got, Mirîşka xêr ji gûyê te ne dîtîye, çawa ezê xêrê ji te bibînim.
Ya baş ezê ji Xaltîka Fatê re binivîsînim. Ew dermanê hemû derda ye. Ewê min li berxe.


   
Dengê Kurdistan © 2010