[email protected]
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Simbêl Boqê Fêlbaz…

Salihê Omerî

Gundê ku simbêl boq jê derketibû, piştî çend sala li gund vegerîya û dîsa dest bî dek û dolab kir. Simbêl boqo dîsa dest bi devlihevîyê kir, fêlên xerab û qenc gorî ku bav û kalên me gotine, ”tabîet di bin çerm deye”.

Simbêl boqo dîsa dest bi fesadîyê kir, çiqasî jî simbêl boq ji gund hatibû dûrxistin, ku gundîyên wî û merivên wî jêre gotin, êdî tu ji mere nabî divê tu ji gund barkî. Lê cîhê ku çûyê wir jî heram kir, xelkê li wir hemû jê bêzar bûn, ji ber ku simbêl boqê fesad û ne durist hereketên ku li gundê bav û kalên xwe çi dikir, cîhê ku çûbûyê li wir jî fitne û fesadî dikir, ji ber vê yekê jî gundîyên wir jî berdanê, û jêre gotin êdî li vî gundî namînî, ji ber ku êdî xelkê wî gundî baş ji simbêl boq fehm kiribûn, ku bê çi bê şexsiyete û ne durist e.

Kesên weha divê ku li gundê me nemî ne. Gundîyan wexteke danê ku ji gundê wan here simbêl boqo. Simbêl boqo ji wî gundî jî barkir û berê xwe da gundê xwe,  nav kesê ku ji fesadîyê, tevlihevîyê, hesûdîyê, zikreşîyê û civaka wankesê xerab de cîhê xwe bigre.

***

Em bêne ser babeta xwe, gelî kesên xwedî bi sexsiyet û durist, heger meriv dijeyetîya kesan û mirovan bike, meriv destê xwe deyîne ser dilê-ûjdanê xwe û bi axife, yan li ser wan strankê, nivîsikê, yan jî şerê wî/wan bike, berî hertiştî divê ku meriv ûjdanê xwe û bi duristî bi peyîve, qenc xerab qala wî/wan bike. Lê heger ûjdan û duristî bi hinik merivan re nema be, wê meriv ne duristîyê û ne rast bûnê bi kar bîne û bi domîne, gelî xwendevanên hêja!.

Ez bême ser wî kesê ku heta ana di jiyana sîyasîya gelê Kurd de, jiyana xwe û bi duristî meşandîye yek jê jî, cenabê brêz Kemal BURKAY ye,  bîr û bawerîya min wilo ye.

Ji ber ku nêzî çel sale di nava hereketa sîyasî de kar û xebatê dikim, ji bo azadîya gelê xwe ku bighê heqê xweye rawa û meşrû. Ev teqrîben bûye 30î sale bi hevrêtî bi Kemal BURKAY re kar û xebatên xwe yê sîyasî di domîn im, min di jîyana xwe de, keseke weha durist û rast ji bo azadîya gelê Kurd, ku bi duristî meşandîye nedîye. ”Lê bêguman yê weke Mele Mistefa Barzanî û rêbaza wî ji bo min, neynike û dûrbîne”. Kemal Burkay heger ku dijminê wî jî, be ku rastîyê bêje, wê ew jî bêje weleh rast e. Lê heger birayê wî jî be, wexta ku xeletîyê bike  wê jê jê re bêje te xeletî kirîye.

Îca gelî birayên hêja! Em bêne ser simbêl boqo ku di malpera NavKurdê de bi navê ”Bro” bêbextê simbêl boqê ku gotinên ne durist û ne rast ji brêz Kemal BURKAY re gotine, ne rast û ne jî bi serê xwe nin. Xwedê giravî Receb Tayîb Erdoxan hatîye Elmanya wî û K.Burkay hevdû dîne. Ya dinê jî di sala 1975 an de, K. Burkay li ser Barzanî gotine. Zikreşo û simbêl boqo ew gotinên ku Burkay gotibû, di MED-TVê de gote xwezka me ew gotinên weha negotina, ew bi serê xwe jî lêbihurînek ji rêveberîya PDK ye, ji xwe di şoreşgerîyê de, rexne û xeta xwe qebûl kirin, tamam dibe..

Îca îro çi bi fesadê yên weke te Simbêl Boqo ketîye, ku tu van meseleyan derdixî holê. Ma hinik maaşê te didin te, yan jî zextê li te dixin, ji bo ku tu jî wesîfa xwe pêk bînî. Simbêl boqo te dinyaya xwe û feleka xwe şaş kirîye. Hema tu ji xwe û wan simbêlê xweyî boq fedî nakî, lê  ji derbas bûna xwe fedî bike, tiştên ku tu di vê demê de dibêjî, ez bixwe tu navî nikarim jêre bibîn im. Tenê ez dikarîm vê bêjim, tu wesîfa kê dibînî… ji min re û ji kesên weke min re, zelale, simbêl boqê fêlbaz.   

 
   
Dengê Kurdistan © 2011