[email protected]
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Tifaqa Hilbijartinê Bi Kêr e?

Salihê Omerî

Di hilbijartinên vê salê de, ji bo parlamentoyê li tirkî û Kurdistanê weha xuyanî dike ku wê dest pêbike, li gor biryara Komsiyona Bilind ya hilbijartinê, di meha Hezîranê 12ê wê de, 2011ê de, wê çêbibe. Hîn jî çend meh hene ku dest bi dan û standina, tifaqîya û hevkarîyan bikin ê heye. Lê weha xuyanî dike, ji ana de dest bi hevkarîya û propoxandayê têye kirin. Mesele medya tirkan de, qala dan û standinên wê kî bi kêre tifaqê bike. Lê weha dîyar dibe ku partîyên ku grûbên xwe hene hinik ji wan tifaqê naxwazin, wê bi serê xwe û li ser navê partîyên xwe, wê namzetên xwe dîyar bikin.

Li gor zagona hilbijartinê heta ana heqê du partîyên Kurdan heye ku dikarin beşdarî hilbijartina bikin, yek jê Partîya Demoqrasîyê û Aşitîyê (BDP) û  Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) dikarin beşdarî hilbijartina bikin, lê Partiya Demokrasiya Beşdar; (KADEP) dikar beşdarî hilbijartina bike ez bi xwe nizanim. Em bêjin hersî partîyên  me bi fermî karin beşdarî hilbijartina bikin. Lê ez  dikar im, bi rehetî bêjim ku hersî partî bi hevre peymaneke çêkin û bi hevre dibin  navê partîyeke de,  dakevin ser sindoqên hilbijartinên parlamentoyê xêra hemû Kurdan wê têde hebe.

Di siyasetê de îrade gelek girînge û pîroz e, di bawerîya min de. Mesele partîyên legal-vekirî ku di şartê îroyîn de li tirkî, weke Partîya Demoqrasîyê û Aşitîyê (BDP), Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) û Partiya Demokrasiya Beşdar; (KADEP) îradên van hersî partîyan meriv dikare bêje, neweke hevin. Ez dibêjim, rastîya vê yekê jî heye. Bêguman, çiqasî j meriv xwe dûrî îradeyê jî dike. Lê rastîyek heye ku meriv rastîyê bêje û xwe ji rastîyê nexapîne, meriv bêje, baş dibe.  

1-Mesele, Partîya Demoqrasîyê û Aşitîyê (BDP) girseya xwe heye, Partîya Demoqrasîyê û Aşitîyê û grûbek xwe li parlamentoyê heye, nêzî sed heb şaredarîyên mezin û biçûk di destên wê de heye, di ser du milyonan re deng standîye di hilbijartinên çûyî de. Lê ev deng çawa standine  ji me hemûyan dîyare, ”şerê çekdarî” li ser xwîna xort û keçên Kurdan. Lê dîsa jî îrada vê partîyê ne di destê rêvebirê wê deye, îradê bi yekî ku îrada wî jî ne di destî wî deye, ”îmralyê” bi wî ve girêdidin. Îca wê çawa partîyeke weha di hevkarîyan de, gotina wan derbas bibe.

2-Mesele, Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) bi îradayeke rasteqîn ji gelek bîrûbawerîyên cûr bi cûr, ji sosyalîsta bigre, heta bîrûbawerîyê olî, demoqratî û lîberalan bigre, li gel hevdû li der û dora programekê û destûreke muşterek ku ew jî, komarek federal diparêzin, îradake rasteqîn û bêye ku di serê wan de, ev weke min nafikire û ne weke min be, ez kar nakim, tiştekî weha di Hak-Parê de weha tune, îrada wê bi şêweyeke demoqratik têne hilbijartin û karên xwe dimeşî nin. Ez bawer im, bi partîyeke weha meriv dikare gelek gavan bavêje û blokeke Kurdî çêbike, ji bo hilbijartinên parlamentoyê. ”Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel  dibêje, bawer dikim ku alîgirên BDPê, KADEP û HAK-PARê wê ji îttifaqeke wiha re bêjin “erê” û hêza ku ji îttifaqê derkeve wê benda ji sedî10 hê, bi hesanî derbas bike”.
 

3-Mesele, Partîya Demokrasiya Beşdar; (KADEP), îrada vê jî meriv dikare bi rehetî bêje, di destê serokê wê partîyê deye.  Ji ber ku serokê vê partîyê brêz Şerfettîn Elçî hem seroke û hem jî berdefkê vê partîyê ye, ev ”camran” jî li serokên xwe guhdarî dikin û ew jî heqê wan e. Îradayek weha du dulo jî zehmete ku meriv tu tiştan bi here bike. Hêvîdar im, ku ez xelet û şaş bim di vê dîtina xwe de. Serokê Giştî yê KADEPê brêz Şerafettîn Elçî di daxwuyanîyeke xwe de, weha dibêje; ”heger di navbera Kurdan de itifaqke hilbijartinê çêbibe, heger her sê partiyên Kurd bibin yek wê bi hêsanî benda %10 derbas bikin û berhemên ku ji vê îttifaqê derkeve wê hêz û baweriya yekitiyê bide hemû Kurdan”.

4-Mesele, grûbên weke, Lêgerîna Kurdên Demokrat, TEV-KURD û Şoreşgerên Demokrat ev grûbên hana jî divê ku meriv bi wan re, têkeve dîyalogê ji bo hemû bêne cem hevdû, biçûk û çi mezin divê ku divê hilbijartinan de blokeke biratîyê û kurdperwerîyê çêbibe, ewçax em Kurd dighên erkên xweye netewî û millî.

5-Heger ji partîyên duzenê daxwazî hebe ji bo tifaqa hilkbijartinê bi teybetî jî AK-partîyê re meriv dikare li ser gengêşîyan bike, çima na? Lê dîsa ez dibêjim, berî hertiştî û li gor ku bav û kalan gotîye, ”lêv ji diranan ferz tire” tifaq bi Kurdan re bêye çêkirin ewilî ez baş dibînim, lê heger nebe jî xwedê me ji nezerê bistirîne…

Bêguman, li bakurê Kurdistanê û li anatolyê, ji xeynî van partîyên ku min li jorê gotine hene. Hem weke komele, weke dezgehên Kurdî û biçûk mezin rêxistinên Kurdan û şexsiyetê rewşenbîr û ronakbîn ku tevaya Kurdan himbêz bike, bîne cem hevdû ew jî li wan partîyên ku min li jorê qala wan kirîye. Heger ev partîyên ku min navên wan gotine erk û wesîfên xwe yên welatperwerî û niştimanperwerî pêk bînin wê gelê Kurd û dostên Kurdan bi vê helwestê wê şad û bextewar bibin. Ev wê bibe dîrokî di dîroka gelê Kurde ku van partîyên me yên ku di şertên ana li tirkî ku legal-vekirî kardin wê pêk bînin.

Hem hilbijartin li pêşîyame nin, hem jî di van roja de, tahdît û êrîşên li ser heval û dostan û bi teybetî jî komeleya KOMKARê, li welatê Îngilîstanê li bajarê Londonê êrîşên çavsoran. Îca em jî qala hevkarîyê û bloka Kurdan dikin, ji bo hilbijartinên parlamentoyê, gotinek bav û kalên me hate bîra min, dibêjin, ”were  vî kerî di vî buhurî re derbas bike”. Ev pevşûnên weha, êrîş û tehdîtên weha ne di berjevendîyên gelê medenin, ji xeyînî zirarê pêve , ji bo em bikaribin bîr û bawerîyê li hevbikin, divê ku meriv şer, pevçûnê û tehdîda li hev neke, hevdû neêşîne. Bawerî û hezkirin di rîya kar xebatê de, têye xuyanî kirin. Ne bi şer û tehdîdan û pevçûnan. Em Kurd hîngî ji dek û dolabên dijmin, me weha zirar dîye. Îca heger em Kurd jî şerê hevdû bikin, tehdîda li hev bikin û bawerîyê li hevney nin, îca emê çawa bi hevre karbikin, ji bo ku em welatê xwe azad bikin. Bawerî berî hertiştîye, bawerî azad bûne, bawerî serfirazîy. Bi hêvîya hilbijartinek serkefti û yekîtîyek hemû Kurdan…

 
   
Dengê Kurdistan © 2011