ŞEHÎDÊN HEWLERÊ HATIN BÎRANÎN,
QETLÎAMA QAMÎŞLO HAT PROTESTOKIRIN
STOKHOLM
13/03/2004- Îro li paytextê Swêdê Stokholmê, ji
bo bîranîna çileya şehîdên 1-ê sibatê xwepêşandanek
hat lidarxistin. Bi sedan kes, li meydana nav bajêr
(Sergelstorg) kombûn û careke dî kareseta terorîstî
ya ku li Hewlerê li dijî xaniyên PDK û YNK hatibû
kirin, rûreş kirin. Sernavê komîteya hevbeş ya herdu
partiyan, YNK û PDK gotar hatin xwendin. Li ser
navê partiyên swêdî ji parlamenterên dostên kurdan
beşdar bûn û pitgirîya xwe ji bo gelê kurd nîşandan.
Herweha li ser navê Komîta Hevkariya Hêzên Siyasî
jî gotarek hat xwendin. Li ser navê Platformê û
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Keya Îzol
bi zimanê swêdî gotarek xwend. Îzol di gotara xwe
da balkişande ser qetliama Qamîşlo û siyaseta dewleta
Suriyê mehkum kir.
LI DIJÎ QETLÎAMA LI KURDISTANA SURIYÊ
Mîtînga
ku tenê ji bo bîranîna şehîdan û ji bo rûrşkirina
terorîzmê hatibû amadekirin, her di cî da bû xwepêşandanek
li dijî qetlîama Qamîşlo û êriş û bûyerên dawî li
bajarên Kurdistan Suriyê. Li meydana xwepêşandanê,
li ser wan bûyeran agahdarî hatin dayîn. Li gor
agahdariyên dawîn bajarê Qamîşlo di mehserê da
ye, ordî û polêsên Suriyê, hatin û çuyîna nav bajarê
Qamîşlo qedexekirine, der dorê bajêr bi tank û çekên
giran hatiye pêçandin. Heta niha şer di navbera
wan û gelê kurd da dewam dike. Bi kêmanî 18 kes
ji kurdan hatine kuştin û bi sedan birîndar hene.
Beşdarên xwepêşandana Stokholmê, ji meydana nav
bajêr heta ber sefareta Amerîka meşiyan. Li dijî
hukumeta Suriyê, li dijî qetilkirina kurdan û ji
bo azadiya gelê kurd slogan hatin bangkirin. Li
ser navê beşdarên çalakiyê sê kesan daxwaznameyeke
mişterek hildan û birin sefareta Amerîka. Di nameyê
dehwa alikariya Amerîkayê û Milletên Yekbûyî hat
kirin da ku neheqiya ser gelê kurd li Kurdistana
Surîyê bibînin û rejima şoven û kevneperest ya Suriyê
mehkûm bikin. Piştî ku name gihandin sefaretê, bi
sloganên rûreşkirina rejima Suriyê kombûn gihîşt
dawiyê.
|