Hevpeyvîn-Kurtuluş Tayîz
Em li welatekî wisa dijîn ku ji çewisandinên li ser hunermend
û rewşenbîranzêde ne xerîb e. Yilmaz Guney û Ahmet
Kayayê ku neçar man welatê xwe biterikînin, hê jî di bîra
mirovan de ne. Kuştina Hrant Dînk, mînaka herî dijwar
a çewisandina rewşenbîran e. Serpêhatiya Orhan Pamûkê
ku xelata Nobelê wergirt jî, ji yên din cudatir nîne;
ew jî li welatê xwe nikare bêtirs bigere. Her wiha Şivan
Perwer heye ku haya me zêde jê tuneye. Perwer, 36 sal
in ku ji welatê xwe dûr, li sirgunê dijî. Ji ber tehdîda
kuştinê ya rêxistina TAK’ê, vê gavê ew di bin ewlekariyên
sext de dijî. Tarafê pirsên ku raya giştî û bengiyên
wî meraq dikin jê pirsî. Herçî Şivan e, gotinên xwe
texsîr nekirin. Va ye ew hevpeyvîn…
Şivan
Perwer: “Bi gefxwarinan nikarin min teslîm bigirin“ *
Kurtuluş Tayîz
Em li welatekî wisa dijîn ku ji çewisandinên li ser
hunermend û rewşenbîranzêde ne xerîb e. Yilmaz Guney
û Ahmet Kayayê ku neçar man welatê xwe biterikînin, hê
jî di bîra mirovan de ne. Kuştina Hrant Dînk, mînaka
herî dijwar a çewisandina rewşenbîran e. Serpêhatiya
Orhan Pamûkê ku xelata Nobelê wergirt jî, ji yên din cudatir
nîne; ew jî li welatê xwe nikare bêtirs bigere.
Her wiha Şivan Perwer heye ku haya me zêde jê tuneye.
Perwer, 36 sal in ku ji welatê xwe dûr, li sirgunê
dijî. Ji ber tehdîda kuştinê ya rêxistina TAK’ê,
vê gavê ew di bin ewlekariyên sext de dijî. Tarafê pirsên
ku raya giştî û bengiyên wî meraq dikin jê pirsî.
Herçî Şivan e, gotinên xwe texsîr nekirin. Va ye
ew hevpeyvîn…
***
Birêz Perwer, derbarê vegera cenabê te ya bo Tirkiyeyê
rewşa dawî çi ye? Li ser vê mijarê hevdîtinên te
yên bi Hikûmeta Tirkiyeyê re hene gelo? An jî derbarê
vê mijarê de, bi qasidiya hinek parlamenteran hevdîtinek
ligel te hate kirin an na?
Vegera min vê gave di rojeva min de tuneye. Bi rayedarên
hikûmetê an jî bi parlamenteran re carcaran hevdîtinên
min çêbûn ku di çapemeniyê de jî cih ji xwe re terxan
kirin. Di hevdîtinên bi kesayetiyên polîtîk de, ku di
nav wan de Wezîrê Çandê birêz Gunay û Alîkarê Serokwezîr
birêz Arinç jî hebûn, min derfet û mecal dît ku bi awayeke
rasterast behsa şert û şirûtên derveyî mirovahiyê
bikim ku gelê min tê de dijî. Lê belê derbarê vegera min
de, ji tu kesî daxwaza min çênebû.
Gelo te bi daxwaza xwe Tirkiye terikandibû an na?
Wekî hûn jî dizanin, min bi xwesteka xwe, welatê xwe
neterikand. Welatê min û gelê min, çavkaniya bingehîn
e ku hunera min jê têrav dibe. Ev 36 sal in ku ez ji welatê
xwe dûr im. Jiyana bi vê hesretê, hestekî wisa ye ku,
bi tenê kesê ku dijî dizane. Min ev yek di gelek stran/kilamên
xwe de aniye ziman. Ma kî dixwaze bi hestekî wisa bijî?
Lewre jî, ji siya hesabên polîtîk dûr, gava ku şert
û mercên ku ezê bikaribim, bi awayeke azadane hunera xwe
pêşkêş bikim pêk werin, bêguman ezê vegerim.
Li Tirkiyeyê rewşa siyasî ya heyî û bandora PKK’ê
jî di nav de, astengiyên li ber vegera te çi ne?
Wekî hunermendekî azad ku esaretê red kiriye, dixwazim
dem û rêbaza vegera welatê xwe bixwe diyar bikim. Ezê
nikaribim hewldanên ku min ji taybetmendiyên min ên ku
min dikin Şivan Perwer dûr bixin, bipejirînim. Nikarim
bibêjim ku di vî warî de rehet im. Bi hisên xwe yên hunermendî
dikarim bibêjim ku ji min tê xwestin ku ez bibim Şivan
Perwerekî ji gelê xwe veqetiyayî. 36 sal in çima jiyana
sirgunî dijîm? Qedera min, ji qedera gelê min cuda nîne
ku…
Tirkiye, ne ew Tirkiye ye ku we 36 sal beriya niha
terikandibû…
Hinek gavavêtinên hikûmetê yên ji bo veguherandina polîtîkayên
red û înkarê yên 80 salî û li ser vegera min bangawaziya
qismek ji rayedarên hikûmetê, şayanê kêfxweşiyê
ye. Lê belê em dizanin ku 80 sal ji bo gelê min, ji serî
heta binî bû jiyaneke dojehî. Mixabin ev rewş bi
awayeke berfireh berdewam dike. Girtîgeh hê jî di dev
de tije ne. Li Kurdistanê operasyonên leşkerî berdewam
in. Bi dehezaran kurd, wekî min li penaberiyê ne, bi hezaran
ciwanên kurd, di encama zilm, êş û trajediya ku gelê
kurd jiyaye/dijî hê jî li serê çiyê ne.
Hê jî ji malan zêmar bilind dibin, cenazeyên ciwanên
me, kezeba dayîkan diperitînin. Ev rewş min diêşîne,
ji dilê min xwîn diherike. Bi vegera min, wê ev trajedî
bidawî bibe? Ma mirov dikare Şivan Perwer ji êşên
ku gelê wî dikişîne cuda bifikire? Dibe ku derbarê
min de, xwediyê niyeteke pak bin. Lê belê divê nêzîktêdayînên
hikûmetê, derkevin derveyî qezencên polîtîk ku girêdahiyê
hesabên hilbijartinê ne.
Ew çawa dikarin derkevin derveyî hesabên hilbijartinan?
Divê hikûmet, ji bo çareseriya Kêşeya Kurd, gavên
bingehîn ên bi bawerî biavêje. Gelek rewşenbîr û
hunermendên kurd û tirk jî, ku girîngiyê didim fikrên
wan, diyar dikin ku hikûmet derbarê çareseriya Kêşeya
Kurd de gavên berbiçav navêje, nikare biavêje. Zanyarê
mezin Îsmaîl Beşîkçiyê ku beşeke mezin ji jiyana
xwe ji bo azadiya kurdan, di girtîgehan de derbas kiriye,
ku divê tirk bixwe jî pê serbilind bin û heman baweriya
gelek rewşenbîrên ku wekî Ahmet Altanê ûjdanê gelê
tirk, ku ji bo şer bidawî bibe, Kêşeya Kurd
çareser bibe, xwe diçirçirîne difikirin, gumanên min zêdetir
dikin.
Li ser nûçeyên vegera we ya Tirkiyeyê bertek/reaksiyon
hatin nîşandan…
Ne tiştekî xerîb e ku partiyeke ji bilî xwe mafê
jiyanê nedaye tu fikir û ramanê, wekî dewletê ji bo her
cure cudahiyê ji holê rake û feraseteke tekane ava bike,
şidet (tûndûtijî) jî di nav de serî li her riyê daye,
hunermendekî ku serî li wan hildaye ji xwe re bike hedef.
Di demên borî de jî ez rastî helwestên wiha hatim. Gava
ku min stranên xwe bexşî gelê xwe dikir, min baş
dizanî ku ezê ne tenê bibim hedefa dewleta tirk, her wiha
haya min jê hebû ku ezê li herêmê bibim hedefa dewletên
din ên çewsîner. Lê nedifikirîm ku ezê rojekê bibim hedefa
partiyeke ku îdîa dike ew li ser navê kurdîtiyê tevdigere.
Lê tiştekî ku ew ji bîr dikin heye. Heke ez ji çewisandin
û tehdîdan bitirsiyama, hê ji serî ve ezê nebûma Şivan
Perwerê dengê gelê xwe.
Tu bi xiyanetkirina bi doza kurdan têyî tewanbarkirin.
Hinek derdor di vî warî de kampanya dane destpêkirin.
Gelo li ser vê yekê çi difikirî?
Xemgîn dibim. Ne li ser navê xwe, lê zêdetir ji bo kesên
ku van kampanyayên lîncê bi rêve dibin, ji bo ciwanên
kurd ku di van kampanyayan de têne bikaranîn xemgîn dibim.
Kesên ku van kampanyayan bi rêve dibin, gelo nabînin ku
dişibin dewletên milîtarîst? Binêrin, kesên ku di
kampanyaya lînçkirinê ya Ahmet Kaya de cih girtin, vê
gavê ji kiryarên xwe yên wê demê fedî dikin. Her gava
ez difikirim ku wê rojek ev ciwanên hanê, ji ber kiryarên
xwe fedî bikin, xemgîn dibim.
Cenabê te rewşa xwe dişibîne rewşa
Ahmet Kaya… Gelo tê çawa tevbigerî?
Divê ez careke din bibêjim ku ji helwestên dewletê PKK’ê
bi têra xwe nerehet im. Hesabê dewletê an hesabê PKK’ê,
çi dibe bila bibe, her nêzîtêdayîna ku îradeya/vîna min
dixe bin îpoteka xwe, min diêşîne. Dive herkes zanibe
ku Şivan Perwer, wekî hunermendek bi tu awayî xwe
înkar neke.
Di demên dawî de hûn pêrgî êrîşan hatin an na?
Bi riya telefonan heqaret li hinek hevalên me û weqfa
me hatin kirin, ya ku li Bonna Almanyayê ye û ez li wir
pêşengiya pêşdebirina hunera kurdî dikim. Her
wiha hinek tehdîd jî hatin. Bawer im tiştên manîpulatîf
ên li ser min têne nivîsandin, hinek kesan sor kiriye.
Kesên ku xwedêgiravî/qaşo karên çapemenî û rojnamegeriyê
dikin, bêyî ku serî li fikrên min bidin, bi nivîsên xwe
berê riya gelek kesan dan aliyên şaş. Min bi
piştdayîna gel, siyasetkirina şaş, şelafiya
bi hikûmet û dewletê, bi ser de jî bi xiyanetê tawanbar
kirin û kirin hedef. Bi riya malperên civakî, kampanyayên
kirêt hatin organîzekirin. Min bersiva xwe li ser heman
malperan da. Min di tevahiya jiyana xwe ya hunerî de,
bi tu awayî serî ji gefxwarinan re netewandiye û herdem
di riya ku min dizanî rast e de meşiyame.
Li ser tehdîdan an jî li ser kampanyayên tehdîdkar
ku derbarê te de têne meşandin, gelo şêwaza
jiyana te guherî an na? Tu neçar mayî ku konserên xwe,
bernameyên xwe yên hunerî betal bikî?
Di şêwaza jiyana min de guherînek tuneye û wê nebe.
Bi tenê tevdîrên ewlekariyê, bêyî îradeya min hatine zêdekirin.
Her wiha ez xemgîn dibim gava hinek derdorên ku konserên
min organîze dikin ditirsin. Ez di wê baweriyê de me,
evîna ku min bi hunera xwe daye gelê xwe wê min biparêze.
Wekî hunermendekî ku Qetlîama Helebceyê bi dinyayê
daye bihîstin, êşa gelê kurd aniye ziman, tawanbariya
îxaneta bi kurdan re, bi te re hestekî çawa afirand?
Gelê kurd min bi îxanetê tawanbar nake. Ev tawanbariya
giran a ku hinek derdorên nêzî PKK’ê, şerma wan bixwe
ye. Di tevahiya jiyana xwe ya hunerî de, li dijî çewisandin
û zilmê bûm dengê gelê xwe. Di vê sekna min de guherîn
tuneye û wê nebe. Divê herkes vê yekê baş bizane.
Ezê nekevim nava tevger an hewldaneke ku gelê min û hezkiriyên
min pê xemgîn bibin. Lê belê ez kesayetiya hunermendiya
xwe ya serbixwe û îradeya xwe jî radestî kesî nakim. Hêvî
dikim derdorên ku bi agahiyên manîpulekirî têne agahdarkirin
jî vê yekê di demeke nêz de fêhm bikin.
Tê îdîakirin ku cenabê te ji bo berjewendiyên xwe
yên şexsî xwe nêzîkî AKP’ê dike…
Arastekirina pirseke wiha bixwe jî, min diêşîne.
Min berê jî gotibû, tu kesek nikare nirxên Şivan
Perwer bikire. Gava ku ez xwe didim ber gelek xetereyan
û bi hunera xwe, bi gotinên jiyaneke hevpar, birûmet û
azad bangawaziyê li gelê xwe dikim, fikra berjewendiyên
şexsî çawa tê bîra kesan? Derbarê vê yekê de daxuyanîdayîna
min bixwe jî, hesteke wisa ye ku nayê tehamulkirin. Ev
nêzîktêdayînên erzan in û divê nifşên nû bi van îftîrayan
nexapin. Xala bingehîn a ku jiyana min kifşe dike,
li welatekî azad, di nava civakeke azad de, wekî kesekî
azad jiyan bixwe ye.
Divê hikûmet di warê Kêşeya Kurd de çi bike?
Cenabê te rewşa heyî çawa dinirxîne?
Li Tirkiyeyê hinek gavên erênî têne avêtin. Gavên ku
hinek derdorên milîtarîs-derbekar bêbandor dikin, her
wiha ji rêxistinên îlegal ên mîna Ergenekonê ku pişta
xwe bi dewletê ve girê dabûn û malik li kurdan, rewşenbîran
û demokratan dikirin, hesap tê pirsîn. Ez piştgiriya
van gavan dikim. Hikûmet leşkerên ku hewl didin li
dijî wê derbeyê pêk bînin, derdixe pêşberî dadgehê.
Lê hê jî derbarê heman leşkerên ku li Kurdistanê
bi hezaran kuştinên kiryarên wan ne diyar kirine,
hewldaneke berbiçav nekiriye. Leşkerên ku zarokên
kurd ji xwe re dikin, textikê hingavtinê, serbest didin
berdan. Polîsên ku serê zarokan bi destikên çekan dişkênin
li ser kar in.
Serokwezîr Erdogan çendek berê careke din li Ewropayê
got asîmîlasyon sûceke mirovahiyê ye. Mafê perwerdehiya
bi zimanê zikmakî parast. Lê belê li heman Tirkiyeya ku
serokwezîr birêve dibe, mafê perwerdehiya zimanê zikmakî
ya kurdan qedexe ye. Herçî asîmîlasyon e, polîtîkayeke
dewletê ye.
Divê gavên çawa bêne avêtin?
Li dinyaya hemdem, tecrûbeyên jinûvesazkirina nav gelan
û di çarçoveya wekheviyê de ji bo hembêzkirina wan, tecrûbeyên
têne zanîn hene. Ji bo lihevhatina civakî, beriya her
tiştî divê girtîgeh bêne valakirin. Abdullah Ocalan
jî di nav de, divê tevahiya girtiyên kurd bêne berdan.
Divê rê li ber vegera bi dehezaran kesên sirgunkirî, bi
hezaran kurdên li serê çiyê bê vekirin. Divê ji bo lihevhatina
civakî û aştiyê, di vî warî de gavên ku baweriyê
didin mirovan bêne avêtin.
Hinek şaredar û siyasetmedarên kurd ên naskirî
ji doza KCK’ê hatin girtin…
Bi lêxistina kelemçeyan girtina şaredarên hatine
hilbijartin, girtina siyasetmedarên kurd ku bi awayeke
eşkere siyasetê dikin, redkirina parastina wan a
bi kurdî, bi ser de jî zimanê kurdî ku qenala fermî ya
dewletê 24 saetan weşanê pê dike, wekî “zimanê ku
tê texmînkirin kurdî ye“ derbaskirina qeydan, ji bo Tirkiyeyê
û hikûmeta ku dibêje min bernameya demokratîkbûnê daye
ber xwe, dubendiyeke mezin e. bi vî awayî biçûkxistina
zimanê kurdî, bi tena serê xwe mînakeke cehaletê ye. Heke
hikûmet di gotinên xwe de samîmî ye, divê astengiyên li
pêş siyaseta vekirî rake û siyasetmedarên ji doza
KCK’ê girtîne serbest berde.
Nêrîna te ya li ser TRT Şeş’ê çi ye?
Vekirina televizyoneke ku 24 saet weşana kurdî dike
gaveke girîng e. Lê belê ji ber ku kanala TRT Şeşê
hê jî negihaye ewlekariyeke zagonî, cihê fikaran e. Jixwe
ez ji dema avakirina wê heta niha piştgiriya xwe
bo kanala Kurd1’ê dikim ku ji Parîsê weşana xwe dike.
Ez bi kurdî pêşkêşkirineke kamil û tekûz wekî
erkekê dibînim. Ez ne di wê baweriyê de me ku TRT Şeş
ji kanalên din ku “Kurtlar Vadîsî/Newala Guran“ an jî
“Tek Turkiye/Yek Tirkiye“ diweşînin xerabtir e.
Ocalan di daxuyaniyeke xwe de got; “Bila Şivan
xwe nede bikaranîn.” Li ser vê yekê çi difikirî, tu xwe
didî bikaranîn?
Birêz Ocalan ji aliyekî ve ji min re û ji Birêz Kemal
Burkay re dibêje bila werin di pêvajoya çareseriya demokratîk
de cih bigirin, ji aliyê din jî dibêje bila xwe bi destê
AKP’ê nede bikaranîn, an na wê di çavên gel de qedrê wî
wekî pênç peran jî namîne. Nîşaneya bikaranîna min,
hevdîtina bi wezîrekî AKP’yî û di wê hevdîtinê de rastiya
Kurd û Kurdistanê axaftin e, an jî ji wan serbixwe hevpeyvîndayîna
televizyonekê ye?
Dîsa cihgirtina di nava pêvajoya demokratîk de, ilehîm
hereketkirina di nava hebûna wan bixwe de ye gelo? Ji
dêvla ku destê dostaniyê dirêjî kesekî wekî Birêz Burkay
bike ku piraniya jiyana xwe bi hepis, sirgun, siyaset
û edebiyatê xerc kiriye, wî biçûk dixe. Ev nêzîktêdayîn
ne rast in û ne jî samîmî ne. Jixwe di serî de divê mirov
hurmetê nîşanî herkesî bide ku di têkoşîna kurdan
de ked dane. Divê mirov wan bi cudahiyên wan ve bipejirîne
û divê tehamula mirovan ji rexneyan re hebe. Di civakên
ku ji dengên muxalîf re tehamul nayê kirin de, mirov nikare
behsa demokrasiyê bike. Heke PKK û Birêz Ocalan, yekitî
û başiya gelê kurd dixwaze, ne ku me tehdîd bike,
divê destê dostaniyê dirêjî me bike û bibêje; “Dostno
de ka werin em vê meseleyê bi hev re çareser bikin.“ Lê
helbet divê bi awayekî ku guh bide me û hurmetê nîşanî
fikrên me bike…
Jibo ku tu vegerî Tirkiyeyê, hewce dike ku tu ji hinek
kesan destûrê wergirî? An jî erêkirina hinek kesên din
pêwîst e?
Ez ne mecbûr im ji bo ku li pêşberî raya giştî
hevdîtinan bikim, daxuyaniyan bidim çapemeniyê û gava
şert û şirût amade bin ji bo vegerê ji kesekî
destûrê wergirim. Helbet ez giringiyê didim dost û hezkiriyên
xwe û hay ji hesasiyetên gelê xwe heme.
Birêz Ocalan beriya her tiştî bang li alîgirên xwe
bikira wê baştir bûya. Ew alîgirên ku ku bêyî biryara
min a vegerê hebe, bi belavkirina nûçeyên şaş
derbarê min de kampanyayên lîncê dan destpêkirin û hatin
radeyeke wisa ku min bi mirinê tehdît bikin. Siyasiyekî
wekî wî ku girtî ye, divê ji bo azadiya kesên din, mafên
wan ên jiyanê, baldartir bûya. Bêtehemuliya kesên ku dibêjin
ew ji bo gelê kurd demokrasî û azadiyê dixwazin, bi ser
de jî her ku diçe wekî dewletên ku li dijî wan têdikoşin,
heman ziman û rêbazî bi kar tînin, dubendiyeke qerase
ye.
Ev rewş siyaseta dîktatorên ereban tîne bîra min.
Wan jî mafê jiyanê nîşanî kesên ne ji wan in, wekî
wan nafikirin, li ser navên wan methiyeyan çênakin, çi
kes, çi hunermend, çi nivîskar û rewşenbîr nedidan.
Wê hem ji bo wan, hem jî ji bo gelê me bi xêrtir be ku
tevgerên kurd, xwe ji bandorên ferasetên Stalînîst, Baasîst,
Kemalîst rizgar bikin û bi awayeke demokratîk tevbigerin.
Di serdema me ya modern de ku ragihandin û teknolojî her
diçe bipêş dikeve, hewce nake mirov çav li Gilgamêş
bike û xwe bike wekî wî.
Di malpera înternetî ya TAK’ê (Teyrebazên Azadiya
Kurdistanê) de, belavokeke gefxwarinê yak u nave te jî
tê de derbas bû hate weşandin.
Belê. Rêxistina bi navê TAK’ê ku yek ji dezgehên PKK’ê
ye, tevî hinek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, navê
min jî da û bi awayeke eşkere ez bi kuştinê
tehdît kirim. Cihê fikarê ye ku ev tehdîdên hanê, piştî
daxuyaniyên Ocalan hatin. TAK, heke wekî ku tê îdîakirin
yek ji organîzasyonên dewleta kur ku bi armanca provokasyonan
hatiye avakirin nebe, naxwe berpirsiyariya siyasî ya tevahiya
êrîşên li dijî min û rewşenbîr û siyasetmedarên
din ên kurdan, ya Birêz Ocalan û dewletê ye ku di her
daxuyaniya xwe de pesindariyan pêşkêşî wê dike.
Ev organîzasyona ku her gotina Ocalan wekî ferman dipejirîne,
heke agahî û erêkirina Ocalan û dewleta kûr ku li Îmraliyê
kon vedaye tunebe nikare tu tiştî bike.
Bi navgîniya rêxistinekê tê xwestin ku tevahiya rewşenbîrên
serbixwe û azad difikirin bêne bêdengkirin. Dewlet dixwaze
di nava civaka Tirkiyeyê de, di şexsiyeta Îsmaîl
Beşîkçî de tevahiya rewşenbîr û rojnamegeran
bi cezayên hepsê bêdeng bike. Herçî PKK ye, dixwaze kesên
wekî Şivan Perwer, Kemal Burkay û (di demên derbasbûyî
de) Leyla Zana, Osman Baydemîr û Ahmet Türk ku di nava
civaka kurd de şexsiyetên têne hezkirin, bi awayeke
psîkolojîk terorîze bike û bi vî awayî dengên wan bibire.
De baş e tu difikirî çi bikî?
Her çiqas Ocalan bi riya zilamên xwe gefan jî li me bixwe,
em dixwazin ku -ew jî di nav de- tevahiya siyasetmedarên
kurd di qadeke azad de bijîn û siyasetê bikin û em têkoşîna
di vî warî de, wekî erkekî mirovî dipejirînin. Çawa ku
min bi salan, bi hunera xwe têkoşîn da ku gelê min,
wekî gelên din bi awayeke wekhev bijî, ezê ji bo avakirina
aştî û biratiyê, piştgiriya xwe bêyî ku bitirsim
pêşkêş bikim û ezê ji tu gefxwarin û tehdîdê
re serî netewînim. Çawa ku ez polîtîkayên çewsîner û kirêt
ên dewleta Tirk rexne dikim, ez wisa jî xwe ji gotina
şaşiyên tevgerên kurd nadim alî. Bila kesek
nefikire ku ewê bi gefxwarinan, îradeya min teslîm bigirin
û min bêdeng bikin.
Kurtedemek berê di rojnameyekê de hate nivîsandin
ku cenabê te heqaretê li gelê tirk kiriye. Bi rastî jî
wisa bû?
Beşek ji dezgehên çapemeniyê, axaftina min a di
çalakiya Newrozê de, bi awayeke ku axaftineke dijminane
be nîşan da û di çavên gel de nîşan dan ku ez
li dijî gelê tirk im. Li ser vê nûçeyê, hinek komên neteweperest-nîjadperest
ên li Tirkiyeyê, êrîşî min kirin. Min li dijî zilmê
û serhildanê stranên xwe gotine. Lê li hêla din, min her
dem li ser biratî û dostaniya gelan jî gelek stran gotine.
Derdorên nîjadperest û rantxur îro tovên nîfaqê dixin
nav gelan. Gelê kurd û gelê tirk her dem xwestiye bi biratî
bijî. Pevçûnên çekdarî dijminatiya di navbera gelan de,
berdewam dikin û dikin aliyên radîkal xurt bibin û dijminatiya
nav gelan geştir dikin. Di vê serdemê de pêwîst e
herkes peywira dikeve ser milan bi cih bîne û dawî li
vê dijminatiya heyî were.
Wekî gotina dawî, heke bi daxuyanî û axaftinên xwe, çi
kurd çi tirk, min dilê mirovekî jî şikandibe, lêborînxwestina
ji wan wekî dilpakiyekê dihesibînim…
[email protected]
Rojnameya Tarafê, Kurtuluş Tayîz, 9 Adar 2011
Çarşem
|