Pirtûka
Yilmaz Çamlibel „Tew Lolo“ derket
Pirtûka Yilmaz Çamlibel ya bi nave “Tew Lolo”, di nav
Weşanên Deng de derket. Pirtûk 136 rûpêlan pêk hatiye
û 23 çîrokên mîzahî tê de cîh digrin.
Yilmaz Çamlibel, li ser pirtûkê weha agahdarî dide: “Bûyer
û serpêhatiyên xwe û yên ku min bihistine bi zimanekî
mîzahî şirove dikim û dinivîsînim. Bi vî awayî dixwazim
him gel van bûyeran agahdar bibe û him jî fêrî xwendina
zimanê Kurdî bibe. Û her weha dixwazim xizmeta ziman û
çanda Kurdî jî bikim.”
Zimanê pirtûkê yê gel e, ango sivik û herikbar e. Ji
ber ku pirtûk ji çirokên mîzahî pêk tê û bi zimanek hêsa
hatiye nivîsîn, xwendevanên ku dixwazin fêrî Kurdî bibin
dikarin jê fêde bigrin.
Wek tê zanîn Yilmaz Çamlibel beriya vê pirtûkê jî bi
nave “Gulê Were Binê Tuyan” pirtûkeke din ya mîzahî nivîsîbû
û pirtûkl ji aliyê xwendevanan ve jî hatibû ecibandin.
Navê Pirtûkê: “Tew Lolo”.
Weşnaxane: Deng-Amed
Buha: 10 TL û 7 €
Navnîşanên Xwestinê:
Weşnaxana Deng
Kurtismailpaşa 5. Sokak Firat Apt. No: 2 Kat: 1
Ofis/Diyarbakir
Tel: 0412 223 89 23
KOMKAR.eu
Wirmhof 3
42103 Wuppertal/Deutschland
Tel: 0202 897 59 26
E-Mail: [email protected]
|