[email protected]
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Serdanîya Pirtûkxana Casimê Celîl

Yusuf Budak

Roja çarşemê, 8.12.2010’an de Grûba Ciwanên Îronî serdanîyek li pirtûkxana
Casimê Celîl kirin. Bi rastî va grûba ciwanan bo min grûba yekem e ku dê û
bavên wan bi wan ra hatibûn. Dê û bavên ciwanan jî bi vê serdanîya
pirtûkxanê gelek dilxweş bûn.
 
Pirtûkxana Casîmê Celîl, nêzî Wiyanê li Eichgrabenê ye. Dema ku ciwan bi dê û
bavên xwe va çûn pirtûkxanê, Prof. Dr.Celîlê Celîl bi rûkenayî wiha got: ”Hûn
hemû xêr hatine û ser çavan hatine. Ez gelekî kêfxweş im ku hûn hatine
serdanîya me û derîyê pirtûkxana Casimê Celîl vekir.” Em hemû bi hevra hêdî
hêdî di pirtûkxanê de gerîyan û Prof. Dr. Celîlê Celîl jî pirtûk ji mêvanan ra
nîşanda. Gor dîtina min, dîroka Kurdan di pirtûkxana Casimê Celîl de veşartî
ye. Dê û bavên ciwanan jî pirtûkên ku bi xwe ra anîbûn, wekû xelat dan Prof.
Celîlê Celîl.
 
Pirtûkxana, du qat li ser hev e û bi hezaran pirtûkên ku li ser Kurdan hatine
nivîsandinê hene. Heta niha çi derketîye mirov dikare bi hêsanî peyda bike.
Piştî ku me li pirtûkan mêzekiri em hemû li cîyê rûnişkandinê de rûniştin. Prof.
Celîlê Celîl axaftink li ser pirtûkxanê kir û ciwanan jî pirsên xwe
pirsîn. Bo xarinê û vaxerinê jî gelek tişt amade kirûbûn. Mêvanan jî bi
dilê xwe xarin, vexarin û spas kirin.
 

 
   
Dengê Kurdistan © 2010