[email protected]
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Dewleta Kur

Yusuf Budak

Di meha Heziranê de li Tirkîye yê û Kurdistana Bakur hilbijartin heye.Partîyên legal hevdu rexne dikin û piranîya wan hevdu dixapînin.Ez bawar dikim ku,ergenekon jî vê navberê de xwe hêdî hêdî xurt dike.Ji ber ku MHP û CHP mirovêh ergenekonê diparêzin.Wek tê zanîn li Tikîye yê û Kurdistana Bakur ji bo berdendamiya parlementoyê gelek kesan serî li partîyên siyasî dane.Bi vî awayî mirovên dewleta kur dibin endamên parlementoyê.

Yek ji wan kesan jî girtîyê doza ergenekonê Mustafa Balbay e.Mustafa Balbay,rojnemevan e û eve du sale di doza Ergenekonê de girtîye.Wî jî serî li CHP-ê da û daxwez kir ku di CHP-ê de bikeve parlemento yê.Hinek kesên din jî hene ku doza ergenekonê de girtîne,di CHP-ê û MHP-ê de dibin berdendam.

Bi teybetî Kemal Kilicdaroglu wiha gotubû:“Gelo ergenekon li kuye? Ez bi xwe dixwezim bibim endamê ergenekonê.“Gelo em Kurd wî mirovî ra çi bêjin?   

Berbijêrê AK Partiyê ê Amedê Galip Ensarîoglu li malpera NETKURD de wiha got:“Ne BDP take nunera kurdan e ne jî ew bi serê  xwe dikare meseleyan çareser bike.Pirsa Kurd gelek giring e,mirov tên kuştin,êş û derd tên kişandin,mal wêran dibin.Nuha di atmosfera berê hilbijartinan de îmkana hevkariyê tunebe jî sibê piştî hilbijartinan li parlamentoyê divê em bi hev re kar bikin.Di çareserkirina pirsa Kurd de ji bilî AKP-ê tu şansa BDP-ê nîne.Ji wergirtina alîkariya BDP-ê pê ve tu şansa AKP-ê jî tune.Em nikarin bi tunekirina hevdu,bi tuneqebûlkirina hevdu pirsa Kurd çareser bikin.Ez ji parlementoya nuh bihêvî me.“ Belê ez gotinên bi rêz Ensarîoglu rast dibînim û gerê em hevdu nexapînin.AKP Kurdan dixapînî.

Ez bawar dikim ku AKP ji ergenekonê ditirse û kurdin ba xwe jî dixapinî.Ji ber ku bi salane ku Kurd gavekî pêşde naçin.Dibe ku vê hilbijartinê de kurdin ba AKP-ê,ji wan gelek kes neçin ser sandiqan û saz kirina hukumatê jî dest AKP-ê derbikevî.Ango hukumarê CHP û MHP bi hevra saz bikin.Dema ku mirovên Ergenekonê (CHP,MHP) hukumatê saz bikin,dawîya AKP-ê û Kurdan dibe dawîya gahê boro.

Navbera me kurdan de gotina gahê bor û gahê sor heye.Tê gotin ku :“ Rojan rojekî li çiyakî Kudistanê du gahên xurt hebûne.Gah bi dilên xwe çêrîyane û gerîyane.Ji wan gahan yek sor e û yek jî bor e.Gurên çîyan çercaran dor li wan girtine ku wan bixiwen.Lê belê gahan boçên xwe kutane hevdu û bi qoçên xwe li guran dane.Gur wan cîde dihêlin û diçin.Bi teybetî gahê sor li guran zori dike.Çend rojan, şunde gur carik din diçin û durva li gahan mêze dikin ku gahê bor diçe ser çavkanîyê ku avê ve bixwe;gahê sor nahêlîne ku ew pêşta avê ve bixwe.Gahê bor dura avê vedixwe û diçe dur.“

Gurek diçe cem gahê bor û durva wiha dibêje:“Gahê boro, gahê sor li ser te neqe ,ware em bi hevra bibin heval.Ez û hevalên xwe wî dixwen,tu alikarîya wî meke.Va çiya bi te dimîne.Dura tu bi dilê xwe li vî çiyayî digerî ez hevalê te me.Gahê bor dibêje erê û hemû gurên har dor li gahê sor digirin û wî dixwen.“Çend rojan şunde gur disa birçî dibin û diçin gahê bor.Gahê bor wiha dibêje:Guru em hevalên hevdune.Çima hûn min dixwezin bixwen?“Gur wiha dibêje:“Dema ku me gahê sor xiwar te wê demê bînana bîra xwe.“

Ez jî dibêjin ku gerê mirov tucar bawarîya xwe bi hevaltîya guran nehînî.Mirovê ergenekon jî gurên harin.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011