Heyeta Kurd li Konseya Ewrûpê
Di 5´ê Çirîya Pêşîn da heyeteke Kurd Konseya Ewrûpê zîyaret
kir û bi berpirsîyaran ra li ser pirsa Kurd û rewşa dawî qise
kir.
Di heyetê
da nûnerên Platforma Netewî ya Kurdistana Bakûr (PNK), ku
ji heyşt partîyên sîyasî yên Kurdistana Bakûr pêk tê, nûnerên
însayîtîfên Kurd, ku di sala dawî da li gelek welatên Ewrûpa
sazbûn û yên komeleyên demokrat hebûn.
Heyetê di
Komîsyona Ewrûpa da bi Xanim Leoecks´ra rûnişt ku berpirsîyarê
karê Tÿrkîyê ye di warê firehbûna Yekitîya Ewrûpa da.
Heyetê li
ser rewşa Tÿrkîyê, guhartina ku vê dawîyê di Qanûna Esasî
da hat kirin malûmat da, raya û di vê qonaxê da daxwazên Kurdan
ji Yekitîya Ewrûpa çiye jê ra got. Her usa jî Deklerasyona
Kurd dayê, ku li ser pêvendîyên YA û Tÿrkîyê mehkî berê hatibû
derxistin û tê da daxwazên Kurdan hatibû rêzkirin.
Xanim Leoecks jî dilşahîya xwe nîşan da bi dîtina heyeta
Kurd û dŸ derheqa kar û xebata Komîsyonê li ser vê babetê
agahdarî da. Got em hez dikin ku Tirkîye him ber bi demokratbûnê,
him jî ji bo çareserîya pirsa Kurd gavan bavêje. Ji xwe ev
herdu tişt bŸ hevra girêdayî ne. Xanim Leoecks, her usa jî.daxwaz
kir ku bi terefê Kurd da ev dîyalog berdewam be.
Heyeta Kurd
di 9´ê Çirîya Pêşîn da jî li Belçîka Parlamena Flamenan zîyaret
kir û bi Serokê Komîsyona Pêvendîyên Derva, Luc van den Brande
ra rûnişt. Di vê civînê da jî dîsa li ser pêvendîyên Tÿrkîyê
û Yekitîya Ewrûpa hat qisekirin. Heyeta Kurd li ser vê yekê
bîr û raya xwe got û daxwazên milletê Kurd anî zman.
Di rojên
pêşîyê da jî zîyaretên heyeta Kurd wê berdewam be û ewê hin
sazî û rêxistinên dinê jî zîyaret bike. Bi vî awayî sazî û
berpirsîyarên YE ji ray û daxwazên Kurdan jî haydar dibin.
Çalakîya
Kurdan Li Brukselê
Di 8´ê Çirîya
Pêşîn, roja Duşemîyê li Konseya Ewrûpa, di navbera heyeta
Yekitîya Ewrûpa û Tirkîyê da hevditîn hebû. Bona vê yekê,
PNK biryar dabû ku li Brukselê, li pêş Konseya Evrûpa çalakîyek
bê kirin û dengê kurdan jî bê bihîstin.
Gor vê biryarê
welatparêzên Kurd ku ji Elmanya, Belçîka, Fransa û Hollanda
hatibûn, wê rojê li pêş Konseya Ewrûpê kombûn. Di dest wan
da Ala Kurd hebû û slogan avêtin. Deklerasyona Kurd bi çend
zmanan hate xwendin û hat belavkirin.
Çalakî ji
saet 11 berî sibê heya saet 2´yê piştî nîvro berdewam kir
û bi serfirazî derbaz bû.
|