PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weşan / Yayın Link Arşiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weşan/Yayın
Arşiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Kurdên Ewrûpa li Kolnê dengê xwe bilind kirin

“Bijî Kurdistan, Bijî Hevkarî!”

Meş û Mîtînga Kolnê ku bi navê HEVKARİ (Platforma Rêxistinên Kurdistan-Elmanya) hate kirin, duh (13´yê Çirîya Pêşîn) bi serfirazî pêk hat.

Bi hezaran Kurd, jin û mêr, civan û zarok, ji çarkoşeyê Elmanya û ji welatên der û dorê (Ji Fransa, Hollanda, Belçîka, İngîlîstan, Danîmarka, Swîsre û Avusturya di vê çalakîyê da cî girtin û deng û daxwazên Kurdan dan bihîstin.

Meşê dema nîvro saet 12.00´da li Ebertplatzê dest pê kir. Kortej bi ala rengîn a Kurdistanê û pankartên jêrîn, bi Kurdî û Almanî hatibû xemilandin. Di dema meşê da ev silogan bi hoperloran hatine gotin û bi dengê hezaran hatine ducarkirin.

Bijî Kurdistan, bijî hevkarî!
Em millet in, em, teref in!
Heqê çarenûsî ji bo gelê Kurd!
Bijî yekitîya Kurda!
Mafên Wekhevî!
Dibistana Kurdî, zanîngeha Kurdî!
Serbestî ji bo komele û partîyên Kurd!
Girtîyên sîyasî ra azadî!
Bila Kontrgerîlla û Jîtem bê belavkirin!
Berî çareserkirina pirsa Kurd bila Tirkîye nebe Endamê Yekitîya Ewrûpa!
Tirkîye, destê xwe ji Kurdistana Başûr bikşîne!

Meş di saet 14´da giha Roncallîplatz. Ev der meydana pêş Dêra Domê ya bi nav û deng e. Li wir mîtîngê dest pê kir. Peyama HEVKARİ bi Kurdî û Elmanî hate xwendin û mane û ehemmîyeta meş û mîtîngê hate gotin. Piştra Yilmaz Çamlibel (Serokê DBP) qise kir. Mesajên piştgirîyê hatine xwendin, ku di nav wan da mesaja Sekriterê Giştî ya PSK Kemal Burkay jî hebû.

Gelek rêxistin û kesan mesajên piştgirîyê şandibûn. Di nav wan da: Partîya Sosyal Demokrat ya Elmanya-SPD (bi navê Grûba Parlamenê Uta Zaps), Partîya Keskan (bi navê Grûba Parlamenê Volker Beck), PDS (Serokê pêvendîyên derva Helmut Scholz), Bi navê Rêxistina Gelên Bindest Tîlman Zülch, Cimeata Ermenî ya Elmanya hebû.

Di dema meşê û mîtîngê da bi dengê def û zirnê Kurdan govend kişandin. Hunermend Şîrînperwer, Ebubekîr Legezî, Êmer Gundî, Evîn û Rêzan bi kilam û stranên xwe reng dane civînê. Çalakî bi coşeke mezin û bi serfirazî derbaz bû.

 
PSK Bulten © 2002