Nivîskar Mehmet Bayrak sê berhemên nû yên hêja pêþkêþî çanda kurdî kir

Nivîskar lêlolîner Mehmet Bayrak di dawiya sala 2002 de li Enqerê sê berhemên gelekî hêja pêþkêþî çanda me kir:

  • “Gravürlerle Kürtler” (Kurd bi grawûran)
  • “Geçmiþten Günümüze Kürt Kadini” (Jina kurd, ji berê heta roja me)
  • “Kürt Müzigi, Danslari ve Þarkilari” (Mûzik, dans û stranên kurdî, lêkolîn-lêgerîn, ev berhem ji sê cildan pêktê)

Her pênc pirtûk jî geleki bi kalîte û bedew hatine çapkirin. Di pirtûka “Gravürlerle Kürtler” (Bi Grawûran Kurd) da grawûrên (wêne) yên rengîn û reþ-spî cî girtine. Grawûrên ku di sedasalê 16 û 19an de ji alîyê gerokên roavayî hatine çêkirin di 352 rûpelan de û bi ebatê mezin hatine çapkirin.

“Geçmisten Günümüze Kürt Kadini” (Jina kurd ji berê heta roja me) agahdariyên li ser rewþa jinan, jiyana malbatî ya kurdan, di civatê da cîyê jinê û hwd. hene. Herweha gelek wêneyên jinan yên ku ji hêla dîrokî-çandî xwedî qîmet in hatine bicîkirin.

Berheman sêyemîn “Kürt Müzigi, Danslari ve Sarkilari” (Muzik, dans û stranên kurdî, lêkolîn-lêgerîn) ji sê cildan pêktê. Gelek nimûneyên folklorî yên kurdî, cûreyên muzîka kurdî, yên kevin û nû, dîlan û reqasên kurdî, destanên manzûm û hwd. cî girtine. Li ser instrument, sazbend û dengbêjên kurdî jî beþek heye. Cildên 2 û 3 ji kilam û stranên kurdî ku ji alî zanaya hêja Dr. Nûra Cewarî û Zozan Osmaniyan bi notayên wan ve hatine amadekirin, pêktê, xebateke berfireh û hewaskar e.
Nivîskarê hêja Mehmet Bayrak bi lêgerîn û lêkolînên xwe yên hêja gelek kaniyên zanîn û naskirina dîrok û edebiyata kurdî li ber me vedike. Em birêz Bayrak pîroz dikin û hêvîdar in ew ê hîn gelek berhemên hêja pêþkêþî çanda me bike. Redaksiyona Roja Nû