Di 24-ê cotmehê,
roja
Neteweyên Yekbûyî de

 

Celadet welatê xwe dide naskirin

  Celadet kurekî heþt salî ye, diçe pola 2:a. Rojekê mamosteya wî jê re got:
- Celadet tu dikarî di roja NYê de kincên kurdî li xwe bikî û bêyî dibistanê? Ez dixwazim tu ji hevalên xwe yên sinifê re behsa adet û toreyên welatê xwe bikî.
-Belê ez dikarim, got. Ez dikarim tembûra xwe jî bînim. Roja NYê Kengê ye?
-Hefta pêþ, roja sêþemê ye. Wê pir baþ be eger tu ji me re bi kurdî stranan jî bistirê.
Celadet çû malê, bi tembûrê temrîn kir. Wî dixwast ji bo roja sêþemê xwe baþ amade bike.

 

 
 
 

Ew roj hat. Celadet xwe baþ amade kiribû. Mamosteyê wî yê kurdî alîkariya wî kiribû û nexþeyeke mezin ya Kurdistanê dabû wî. Wî ew nexþe anîbû di sinifê de darda kiribû.

Celadet kincên folklorê yên xwîþka xwe Nalînê jî anîbû. Katarînayê ew li xwe kirin gelekî kêfa wê hat. Niha Celadet û Katarîna li ber textê reþ rûniþtibûn û li paþ wan nexþeya Kurdistanê xuya dikir. Celadet kincên kurdî li xwe kiribû û bi dilxweþî tembûra xwe nîþanî hevalên xwe dida.

 

 
 
 

Îro sinifa 2A jî hatibûn wir ku li Celadet gudarî bikin. Zarokan gelekî bala xwe didan Celadet û Katarînayê. Kincên li ser wan gelekî cuda û balkêþ bûn ji bo wan.

Mamosteya Celadet berê ji zarokan re behs kiribû ku roja YNê çi ye, û çima wê pîroz dikin.
Wê bangî zarokan kir û got:
- Gelî zarokno! Ka bêdeng bin, niha Celadet wê li înstrumenta xwe xe û stranan bêje.

 

 
 
  Celadet bi strana "Canê canê were meydanê" destpêkir. Him zarok û him jî mamosteyên sinifa 2A û 2B jê re heyran man. Piþti ku Celadet strana xwe temam kir, hemûyan bi coþ li çepikan xistin. Celadet gelekî kêfxweþ bû. Got: niha ez ê straneke din bêjim, hêvîdar im hûn ê jê hez bikin. Vê carê jî strana "Bîngolê tu avabî" got û zarokan jî bi çepikan tempo girtin.    
 
  Piþtî muzîkê dor hat pirsên zarokan. Wan pirs kir û Celadet bersîv da. Hinek ji pirs û bersîvan weha bûn:
- Navê wê înstrumentê çi ye?
- Tembûr e.
- Kê te fêrî lêxistina wê kir?
-Xalê min, ew gelekî zîrek e.
-Tu çend salî bûyî dema tu hatî Swêdê?
-Ez nizanim, ez dibêm qey ez du salî bûme.

 

 
 
  -Kurdistan dûr e yan Amêrîka?
-Amêrîka.
-Çima Turkiye zimanê kurdî qedexe dike?
-Nizanim, ne baþ in.
-Kurdistan feqîr e yan zengîn e?
-Ez dibêm feqîr e, lê bavê min dibêje madenên Kurdistanê, petrola Kurdistanê, û zebeþên Kurdistanê pir hene. Lê dewletên din wan ji xwe re dibin.
- Li Kurdistanê kîjan cejn hene û hûn wan çawa pîroz dikin?
   
 
  Cejnên kurdî gelek in ez teva nizanim. Cejna me ya herî mezin Newroz e. Em wê li Swêdê jî pîroz dikin. Gelek kurd li saloneke mezin kom dibin, stranan dibêjin, direqisin. Li çolê agirekî mezin vêdixin û li dora wê govendê digrin.
- Bi kurdî mirov çawa dibêje "godag"?
- Mirov dibêje "Rojbaþ".
   
 
  -Li Kurdistanê kîjan heywan hene?
-Hesp, se, pez, çêlek, ker, gur, rovî, hirç, kêvroþk, simolek, kew, kevok. Gelek heywanên din jî hene.
-Þêr jî hene?
-Ez bawer nakim ku hene. Lê baþ nizanim. Belkî..
   
 
  Hingê zengil lêket, mamosteya wan rabû û ji Celadet re spas kir. Zarokan giþtan li çepika xistin. Dûra hinek zarok çûn ba Celadet li tembûra wî mêze kirin. Hinek çûn ji nêzîk ve li kincên Katarinayê nihêrîn û destê xwe danê. Hinek jî çûn li ber nexþeya Kurdistanê sekinîn û li bajarê Celadet geriyan. Ji hevdu re digotin "Rojbaþ, rojbaþ!".    
...............................
Tekst û wêne: © Haluk Ozturk
© ROJA NÛ 2004