Oxir be camêro!
Hatin heye, çûyîn heye...
Oxir be Nûro, Nûrî abî, kekê Nûreddîn
Oxir be!

Gelo kê ecele kir ecel zû ani?
Dijminê hêvîþkestî û tirsonek?
Yan trafîka wek wan ya xûnxar?..
Ez nizanim...
Lê, zû bû kekê min, çûyîna te
Zehf zû bû...

Tê bêjî qey çiyayê Agirî hemû li ser piþta te bû,
Gola Wanê nav zikê te da pît girêdayî,
jo bo ku neyar nerevîne û nebe...

Gelo Evdalekî Zeynikê maye
çend gotinên kurmancî bilûrîne?
Gelo çemê Mûradê pê hesîya?
Bila ji kulla dilê kurda ra bisekine, þevekê nekiþe
Bila Sîpan xêlîya reþ girêde
Patnos û Erdîþ li ber bigrîn,
Deþta Zêdka û Milazgirê agir pê keve,
biþewite bi tevî berfa zivistanê.
Bila Xalis û Ferzende,
Broyê Heskê Têlî, Þêx Zahir û Nadirê Paþê
careke din axîn bikiþînin,
Bila Seyîdxanê Kerr destê xwe bibe ber guhê xwe
Em çawa li ser wî distirên
Ew jî carekî li ser Nûredîn bistire,
Bila bûka kurda li Bazîdê
careke din bibêje “Ez nemînim”

Lê bila ji Kemal Burkay ra nebêjin
hevalê te, stûna mezin, Nûroyê Serhedî êdî tune.
Ji havalan ra nebêjin ew mêrê roja teng
li hember zilma romê hergav bi ceng
îro tune li meydana camêran.

Oxir be camêro!
Hatin heye, çûyîn heye...
Oxir be Nûro, Nûrî abî, kekê Nûreddîn
Oxir be!

Azad Nûbar 2002-03-05

 

© ROJA NÛ 2000-2001