KAMPANYA JI BO SERBESTÎYA ZIMANÊ KURDÎ

 

Nameyeke vekirî

Berrêz Sezer, Serokkomar,
Berrêz Ecevît, Serokwezîr,
Berrêz Izgî, Serokê Parlamenê,

Em, li kampanya bo dersên zmanê Kurdî, ya ku bi destê xwendekar û malbatên wan bi rêva tê birin, bi awayekî xemgînî mêzê dikin.

We, wek karbidestên sereke yên dewleta Tirk, bersîva vê daxwazê bi awayekî dijwar da. daxwaznameyên wan nehatin qebûl kirin; û ew wek cûdaxwaz hatin bi navkirin; ji zanîngehan hatin avêtin; tada û lêdan li wan hatin kirin. Ew kampanya niha li seranserî welêt belav dibe û piþgirîyeke xurt lê tê kirin.

Perwerdeyîya bi zimanê zikmakî, mafekî mirovî ye. Li Tirkîyê ji 20 mîlyonî zêdetir însan dijin, ku zmanê wan yê zikmakî Kurdî ye. Gelê Kurd, li hember zulm û zordarîya bi dehan salan, mafên xwe yên meþrû daxwaz dike. Eskera ye ku tada û zulmên salên buhurî, ev pirs çareser nekirin; bîlaks pirs hîn jî girantir kirin.

Ev yek ji alî Yekitîya Ewrupa jî baþ tê zanîn. Ji ber vê yekê, berîya ku Tirkîye bibe endamê YE, jê hat daxwaz kirin, ku hîn þertan bi cîh bîne. Ji wan þertan yek jî, dersdana bi zmanê Kurdî bû.

Zordarî rêyeke sas e. Divê hûn guh bidin dengên rewsenbîran, dengê parêzgerên mafên mirovan û rêxistinên sîvîl. Di proseza demokrasîyê ya welatê we da, divê mafê zman, pênasî, çandî, ji bo gelê Kurd bê qeyd û þert bê dayîn.

Ji ber vê yekê em ji we daxwaz dikin:

- Divê ev kampanya bibe firsetek, da ku bîr û ray bi serbestî û aþitîyane bên niqaþkirin;

- Divê daxwazên xwendekaran bê qebûl kirin;

- Divê xwendekarên ku hatine girtin, bên berdan; bi serbestî vegerin dibistanên xwe;

- Zagonên ku bi zmanê Kurdî perwerdekirinê qedexe dikin, ji holê bê rakirin; zagonên nû bên derxistin; da ku bi zmanê Kurdî ders bên dayîn.

Em ji we daxwaz dikin, ku hun polîtîkaya xwe ya vî babetî biguhirînîn. Divê bê zanîn, ku dema mafên bingehîn hatin parastin, wê demê jîyan bi awayekî aþitîyane didome.

Kesên ku îmza kirine:

Danielle Mitterand (SerokaWeqfa France-Libertés), Prof. Dr Martin van Bruinessen (Lêkolîner-nivîskar), Viktor Böll (Serwerê Arþîva Heinrich Bölli), Dr.phil Tove Skutnabb-Kangas (Universita Roskilde-Danimarka) , Mehmet Emin Bozarslan (Zimanzan û nivîskar) Þivan Perwer (Hunermendê muzîka kurdî), Fettah TIMAR (Serokê Giþtî yê KOMKAR-ê)

…………………………………………

Hûn jî piþtgirîya kampanyayê bikin!
Ji bo mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî cîyê ku hûn lê ne, dost alîgiran peyda bikin!
Kesên ku dixwazin piþtgirîya kampanya bikin dikarin formula jêrîn dagrin û li ser adresên dîyarkirî birêkin. (Bi riya postê, fax an jî e-mail)


Nav: ………………………………….. Rêxistin: …………………………………………

Ez / Em piþgirîya Kampanyayê dikim / dikin

Imza:………………………………….

Adres: Bunsenstr.7
D-51145 Köln

Faks: (0049) 2203 - 31126
E-Mail: [email protected]

© ROJA NÛ 2000-2001