STOCKHOLM

104 saliya jidayîkbûna Barzanî hat bîranîn

104 saliya jidayikbûna rêber û serkirdeyê netweyî yê gelê kurd Barzanîyê nemir li Stockholmê, bi serpereştiya Hevkariyê ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê û bi beþdarieke mezin ya welatparêzên kurd hat pîroz kirin.

Komîteya Hevkariya hêzên Siyasî ji bo berzragirtina vê yada pîroz, di roja 11ê adarê, saet 13:00-ê de li ABF-ê li Stockholmê rêûresmeka taybet (bi amadekariya PDK-Komîta Swêd) rêkxist. Civîn bi bernameyeke siyasî û çandî ya dewlemend hat li dar xistin. Kurdên Swêdê, serokê kurda yê eyan Mistefa Barzanî û xebata wî ya bêhempa careke din bi bîr anîn û wek rojeke netewî salroja bûyina Barzanî yad kirin.

Di Civînê de, li ser navê Komîteya Hevkarî, PDK-rêxistina swêd, nûnertiya Hukumeta Kurdistanê û gelek sazî û dezgeyên Kurd û Licna tesnîqê gotar hatin xwendin. Piştî gotarên siyasî, di bernameyê da, stranbêj Hesen Þerîf, Cûdî , Lorîn Feqe û hunermendên din yên naskirî, stran û miqamên kurdî û sirûdên şoreşgerî pêşkêş kirin. Di dawiya civînê de beşdar û hemû mêvanan re şirînî û vexwarin hat pêşkêş kirin.

 
© 2001-2007 Roja Nû