Li Stokholmê:
Salvegera 58mîn ya damezrandina PDK hat
pîrozkirin

 
   
Koma folklorê ya KOMKAR Swêd di þevahenga PDK de govendên navça Diyarbekirê pêþkêþ kirin
 
 

Îro (28/08/04) li Stokholmê 58 saliya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi þevahengekê hat pîrozkirin. Þevahengê, piþtî rawestina bi deqîqeyeki ji bo rêzgirtina þehîdan dest pê kir, dûra gotarên siyasî û pîrozname hatin xwendin. Di nav vexwandiyan de Komîta HEVKARÎ, nûnerên partiyên siyasî, Nûnerê hukumeta Kurdistanê, seroka federasyona Komelên Kurdistanê digel rêvebirên din en federasyonê, sekreterê giþtî yê PSK ê berê þair û nivîskar Kemal Burkay jî hebûn.

Li ser navê Komîta Hevkarî M.Emîn Reþîdî, nûnerê Hukumeta Kurdistanê ê Îskandînavya Taha Berwarî, seroka federasyonê Þermîn Bozarslan gotar xwendin. Hemûyan li ser xebata û têkoþeriya PDK ya 58 salên derbasbûyî, rola Barzaniyê nemir û pêþmergeyên qehreman ên Kurdistanê anîn zimên û li ser pêwîstiya parastina destkevtiyên milletê kurd li baþûrê welêt sekinîn. Serokê komîta HEVKARÎ M.E. Reþîdî di axaftina xwe de pêwîstiya beþdariya bi yek lîsteyî di helbijartinan de destnîþankir û got bi taybetî yekbûna herdu hêzên sereke ango PDK û YNK wê di Iraqeke demokratîk de gelê kurd hêztir bike.

Piþtî xwendina gotaran bernameyeke çandî bi stran û govend destpê kir. Koma Newroz ya KOMKAR- Swêd bi govendên hêla Diyarbekrê reng dan þevahengê. Hunermend Eyad, Fatê û Erdelan jî dê bi dengên xwe yên xweþ nimûneyên muzîk û stranên kurdî pêþkêþ kirin.

 

 
© 2001-2004 Roja Nû