Êž û xemgînîyeke mezin ji me re
peyda bû gava me mirina xanim Anna Lîndh bihîst.
Vê bûyera trajedîk li me hemûyan
tesîreke kûr kir û ji bo têgihîžtina
wê wextekî dirêj pêwîst dike.
Anna Lindh siyasetmedareke pir ronîdar û jêhatî
û zîrek bû ku li dijî neheqiyan
li seranserî cîhanê bi çalakî
dixebitî. Em ji cesaret û kanîna wê
re heyran bûn ya ku wê di warê hûnandina
humanîzm û profesyonalîzmê de nîžandida.
Ji bo kurdan Anna Lindh ciyekî xwe yê
gelekî bi rûmetbilind hebû di têkožîna
dijî zordestiyê de. Anna Lindh
bi salan ji bo mafên mirovî yên gelê
kurd bû berdevk û pirsa kurd anî rojeva
siyasî ya hindur û ya navneteweyî. Em
ê ji wê re herdem minnetdar bin ji bo kirinên
wê yên bêhed giranbiha û em bawer
dikin me ne tenê têkožereka bi hêz lê
belê herweha dosteka ji dil windakiriye. Em ê
herdem wê bibîr bînin.
Em ji malbata wê û
dostên wê re sersaxiyê dixwazin.
2003-09-11
KRG
(Nûnertiya Hukumeta Kurdistanê ya Herêmî
-li Bakurê Ewropayê)
Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî
yên Kurdistanê li Swêdê
Insiyatîfa Kurd li Swêdê
Platforma Kurdên Ewropa
Weqfa Pirtûkxana Kurdî
Federasyona Komelên Kurd li Swêdê
Yekitiya jinên Kurdistanê
Yekitîya Ciwanên Kurd
Kontakt adress:
Kurdiska Riksförbundet
Tel: 08-6446622, Fax: 08-6502120
E Post: [email protected]