|
Ahmet
Altan
Berfîn
Ev nav, ewê zaroka ku
bi tenê sekinîye, birûyên wê bi awayekî masûmane ber bi cênîkan
belav bûne, çavên wê yên kesk ku tê de xemgînî û tûrebûn bi
hevra xuya dikin, û lêvên wê yên xeyîdî bi bîra mîn
tîne, herweha wê berfa spî ku li palên çiyan kom bûne, zinarên
mor yên çiyan, wan mezrayên bêdeng û xip-xalî û wan mirovên
ku pê re îxanet hatiye kirin bi bîra min tîne.
Gava ez vî navî dibhîzim dibim kurd.
Dibim zarokeka wî nijadê ku lê heqaret tê kirin, biçûk û nizim
tê nîþandan, bi birûskên belayê tê lêxistin.
Ez dibim wek Mûsayê ku nikaribû Behra Sor biqelêþe, Îsayê
ku nikaribû ji çarmixê peyabe, Muhemmedê ku nikaribû hîcretê
bike.
Bêçare me ez.
Bi hêrs im.
Bi tenê me.
Gava ez vî navî dibihîzim, ez kurd im.
Maneya "Berfîn" bi tirkî "kardelen çîçegi"
ye.
Gava ez vî navî dibihîzim, ez stiranek im, kilameke xemgîn
im, dengê bilûrê me li çiyan.
Hinekî jî stûxwar im ez.
Xemgîn im ez.
Hertim li min îxanet hatiye kirin, hertim navê min kirine
xayîn.
Zarokên min kuþtin, ji min ra gotin tu qatil î, tu mirdar
î.
Yê ku mal xirab bûye ez im, yê ku þandine surgûnê ez im, yê
ku berbi êvarê cinazê kurê wî bi ereba ga tînin ez im.
Ne hîþtin ez kilamên xwe bêjim, ne jî destûr dan ez bi serbestî
bigrîm.
Ez kurdek im û hertim ji min xwestin ku ez ji bilî kurd bibim
tiþtekî din.
Yê ku nikare navê dayika xwe li zaroka xwe bike ez im.
"Berfîn" bi tirkî "kardelen çîçegi" ye.
Û, ez dema vî navî dibihîzim dibim kurd.
Dîsa qedexe kirine navê Berfîn.
Qanûn, hukumat, parlemento, evana qet di bîra zordestan de
nî nin, ew ji navekî ditirsin û qanûnên xwe pêpes dikin.
Nahêlin ku ji zarokan re bibêjin Berfîn.
Ew efendiyên veþartî ne, rûyên xwe vediþêrin, nasnameyên xwe
vediþêrin, di kûrahiya dewletê de digerin û ji yasayên xwe
re îxanetê dikin, ji zarokan ditirsin, ji stiranan, ji gul
û çîçekan, ji rengan, ji navan ditirsin.
Ew ji xwîna min in û min þermezar dikin.
Êdî ez ne ji wan im.
Ez, ne ji wan im yên ku navê zarokan qedexe dikin.
Ez, ne ji zordestan im.
Ez tevî bindestan dibim.
Gava Berfîn tê gotin ez dibim kurd.
Û, ez êdî li bendê me ku tirk îsyan bikin.
Ez li benda dengê wan tirkan im yên ku li dijî qedexekirina
gotina Berfîn ji zarokan re, dengê xwe bilind bikin.
Gelo kesekî ku li dijî neheqiyê derkeve tune di nav nijadê
min de?
Gelo di nav tirkan de kes tune ku hêrs û kedera dêûbavê ku
nikare navê dayika xwe li zaroka xwe bike parve bike, tune
kesek ji xwîna min li dijî neheqiyê derkeve?
Gelo kesekî ku ji vê bêdengiyê þerm bike, kesekî ku di nav
bindestan de rastî kunya xwe bê û bi vê yekê aciz bibe tune?
"Berfîn" bi tirkî "kardelen çîçegi" ye.
Dîsa navê "Berfîn"ê qedexe kirine.
Çend sal e evana ji kulîlka Berfînê ditirsin.
Çend sal e ji zarokan ditirsin.
Dema ez navê Berfîn dibihîzim dibim kurdek ji kurdan.
Ez dibim Mûsayekî ku nikaribû Behra Sor biqelêþe, Îsayê ku
nikaribû ji çarmixê peyabe, Muhemmedê ku nikaribû hîcretê
bike.
Ez li çiyan Berfînek im.
Û ditirsim ji tirsa tirsonekan.
Bi hêrs im.
Bêçare me.
Bi tenê me.
|
|