Olof Palme û Anna Lindh (1985)
 

Wezîra derva ya Swêdê
Anna Lindh hat ku
ştin
Bi mirina Lindh gelê Kurd dosteke xwe ya hêja windakir

Anna Lindh roja 10-ê Îlonê piştî nîvro saet 16.30 de li Stokholmê di maxazekê de ji alî êrişkarekî ve bi derbên kêrê di cigerên xwe de hat birîndarkirin. Ji êvarê heta serê sibê di emeliyatê de ma, lê emeliyata ew ji birînên kûr û xedar xilas nekirin, destê sibê wefat kir. Mirina wezîra derva Anna Lindh gelê Swêdê tevde xist nav êş û xemginîyeke mezin. Anna Lîndh 46 salî û zewicî bû, dayika du zarokan bû.

Anna Lîndh xwediyê gelek xweysetên taybetî bû, diplomateke jîr û jêhatî bû, di îknakirinê de hosta bû li dijî neheqiyan dengê xwe bilind dikir, di gotin û daxwazên xwe de pir zelal bû. Lîndh şervaneke azadî û aştiyê bû. Ew siyasetmedareke mezin bû ku, ne tenê li Swêdê her wisa li Ewropayê û di warê navneteweyî de jî xwedîyê roleke berbiçav bû.

Ji bo kurdan ciyekî taybetî yê vê siyasetmedera swêdî heye. Xanim Anna Lîndh wek serokwezîrê berê Olof Palme ji bo gelê Kurd dostake ji dil bû. Li dijî siyaseta dewleta Tirk ya li hember gelê Kurd gelek caran rexneyên giring dikirin. Wê ji aliyekê ve piştgirî dida daxwaza Tirkiyê bo endametiya YE, lê eynî wextê de ji Tirkiyê aşkere digot gereke Tirkîyesiyaseta zordestî û neheqiyê berde, riya demokrasiye bide ber xwe ji bo ku bikaribe bibe endam. Herwisa bi tundî li dijî planên dagirkeriya Tirkiyê ser Kurdistana Başûr sekinî. Helwesta Lîndh û ya serokwezîrê Swêd Persson di warê navneteweyî de tesîreke başkir. Lîndh piştgireke gelê Kurd ya giring bû. Mirina wê ne tenê ji bo gelê wê, lê ji bo gelê me jî ziyaneke pir mezin e. Gelê kurd dosteke xwe ya hêja winda kir.

 

 
© 2001-2003 Roja Nû