A very warm welcome to President Barzani

Serokê Kurdistana Federe birêz Mesûd Barzanî, piþtî seredana xwe ya Amerîka derbasî Brîtanya û bi serokwezîrê Îngiliz Tony Blair re hevdîtinek pêk anî. Piþtî hevdîtinê herdu serokan di civîneke çapemeniyê de qise kirin û razîbûna xwe ya ji dîdarê anîn zimên.

Li jêrê em beþek ji axaftina herdu serokan, serokê Kurdistana Federe birêz Mesûd Barzanî û Tony Blair pêþkêþ dikin.

Tony Blair:

Êvara we hemûyan xweþ be! Xêrhatineke germ ji Serok  Barzanî re. Em bi hatina te ya vêderê kêfxweþ in. Sipas ji bo hemû karê ku te di serdemê de li Iraqê kirîye. Bêguman piþtî referanduma  yasaya bingehî, gaveke din li pêþ heye ew hilbijartina meha 12a ye. Em hêvîdar in ew serkeftî be û Iraq bibe welatekî stabîl û demokratîk. Xelk tiþtî dixwaze bibîne. Sipas ji we û ji hemû hevkarên we re, ji bo cesareta we ya ku we di pêvajoyê de nîþan da.

Sipas.

Serok Barzanî:

Gelek sipas birêz Serokwezîr. Bi destûra te ez dixwazim yekser sipasiyên me memnûniyeta  me ji bo pêþwazîkirina we ya germ diyar bikim. Herweha sipas ji bo razîbûna gelê Kurdistanê û piraniya gelê Iraqê ji bo rola bi cesaret ya ku cenabê we lîst û di rizgariya gelê Iraqê de alîkarî kir.

Herweha ez dixwazim xem û sempatiya me pêþkêþî malbatên leþkerên Britanya bikim yên ku canê xwe feda kirin ji bo rizgariya mirovên din û peydakirina aþtiyê. Birêz Serokwezîr, me li Iraqê pêvajoyeke demokratîk da destpêkirin bi alîkarî û piþtgiriya we û Dewletên Yekbûyî û endamên din ên koalîsyonê. Em li pêþberî terorîstên ku naxwazin pêvajo bi ser keve, rûbirû sekinîne, li dijî wan þer dikin.

Miheqeq li vir Britanyayê , li Amêrîkayê û li welatê me dengin hene ku li dijî þer in, ji bo me ne tiþtekî hêsan . Eger em di þerî de sistî û xemsariyekê bikin, þer û teror heta ber þêmîka me.

Û ez dixwazim hûn ji alî me ve piþtrast bin birêz Serokwezîr, ku tiþtê bikve ser milê me li Kurdistanê em ê pêk bînin, da ku hilbijartin bi ser bikevin encamên erênî bi dest bixin bo damezrandina hukumeteke ku temsîla hemû Iraqiyan bike û em ê ji bo çespandina yasaya ku demek berê nuha bi hilbijartina 15ê oktobrê hat qebûlkirin hewl bidinDa ku rûpelekî ji pêþerojeke bi xweþî û bextewarî ji gelên Iraqê re dest bike. Û em di aþtiyê de bijîn, ji ber ku Iraq kilîtek e.

Û careke dixwazim sipas bikim û razîbûna xwe diyar bikim.

Tony Blair: Sipas birêz, gelek sipas.

 

 
© 2001-2005 Roja Nû