Divê Leþkerê Tirk Neçe Iraqê
û
Ji Kurdistana Baþûr dûr bisekine
Þeþ-heft meh berê, ango berî
þer, Tirkan
xwestin tevî Amêrîkê
eskerê xwe
biþînin Iraqê û Kurdistana Baþûr dagrin. Ev xeyal
ji ber
gelek sebeban
bi ser neket. Sebebeke esasî jî berxwedana
Kurdan bû.
Gelê Kurd him
bi sazîyên xwe,
him jî bi þiklekî
gelêrî, bi meþ
û civîn, bi karê dîplomatîk dengê xwe bilind kir,
dijî dagirkerîya
Tirkan derket. Vî dengê xurt
tesîra xwe
li ser Amêrîkê
jî, li
dinyayê jî
nîþan da.
Îro
jî, ji
ber ku
eskerê Amêrîkê li Iraqê
ketîye tengasîye,
Tirk careke din
pê ra
bazarî dikin
ku leþkerê xwe biþînin
wir.
Ev bazarî jî dîsan xetereke
mezin e ji
bo milletê Kurd.
Ji ber ku esker þandina
Tirkan ne ji
bo hevaltîya Amêrîkê
ye. Tirk
ji dil û can
dixwazin ku
Amêrîka biþkê û rojkî berê ji
Iraqê derkeve
biçe.
Esker þandina Tirkan ne ji bo
aþitîya Iraqê,
ne ji bo alîkarî
û mirovhizî ye
jî. Ji ber
ku ev
tiþxtên delal
di deftara wan da tucar tune. Çiqas fîstana dapîrê
yan jî
postê berxê
bikiþînin xwe jî em
wan guhên
dirêj ên gur
baþ nas
dikin..
Vê dawîyê jî gelek baþ
eþkere bû
ku Tirk bi destê
„tîmên taybetî“
û kesên kirêkirî prowokasyonan pêk tînin li Kurdistana
Baþûr û Iraqê.
Tirk ji bo du tiþtên esasî
dixwazin eskerê
xwe biþînin Baþûr:
Yek ev
e ku bi vê firsendê
Kerkûk û Mûsilê
dagrin, ango „milkê
Osmanî“ þunda
vegerînin; qe nebe,
parekî ji
niftê bistînin. Ya duwem jî
pêþî li
Kurdên Baþûr
bigrin. Rê nedin wan
ku bibin
dewlet, çi bi þiklê
serbixwe, çi
bi þiklê federalî... Heya ev xwemuxtarîya
ku bi peymana
sala 1970 bi dest ketibû, wê jî
nehêlin.
Parlamen û hukumeta heremî hilweþînin..
Dibistan û zanîngehên Kurdan bigrin.
Rojname
û kovarên Kurdî bigrin,
têlewîzyonan reþ
bikin...
Belê, Armanca Tirkan ev e. Armanceke
qirêj e, hovî
ye.
Bona
vê yekê ye
ku Tirk
ji Amêrîkîyan
ra dibêjin, „belê em eskerê xwe
biþînin, lê
ji bo bakûrê
Bexdayê.. Heya
Kerkûk û Mûsil divê cî-warê eskerê
me be..“
Her
usa jî Tirk
dixwazin eskerê
xwe ji ser
Kurdistana Baþûr
biþînin û rêyan bigrin bin qontrola xwe, bi maneya karên lojîstîk û tiþtên dinê, li
vir gelek
qereqol û padîganan çêkin...
Ango mala ku nekarîn ji
derî bikevinê,
nuha dixwazin ji
qulikê bikevinê..
Her
usa jî Tirk
þertan datînin
li pêþ Amêrîkê,
da ku dahatûya
Iraqê gor dilê wan be. Ango
Kurd nebin
xwedî tiþtekî.
Belê, nîyeta Tirkan xirab e.
Ew dixwazin bi vê firsendê Tirkmenan
jî zêdetir
bi çek bikin, perwerde
bikin û berdine
Kurdan...
Ango li Kurdistana Baþûr ji bo destkevtîyên
Kurdan xeter
berdewam e. Bona vê yekê divê Kurd
gelek hiþyar
bin.
Partî û sazîyên Kurd li himber
vê plana
qirêj divê careke
din dengê
xwe bilindkin.
Eskerê Tirk bila nekeve Kurdistana
Baþûr û Iraqê!
Çûna eskerê Tirk tucar xizmeta
aþitî û aramîyê
nake, lê tevlihevî
û nakokîyan zêdetir
dike.
Sazûmana Tirk a zordest ji bo
maf û armancên
xwe yên qirêj,
dixwaze xortên
Tirk û Kurd bavêje
nav agirê
þer. Lê eva
lîstikeke pir
xeter e.
Bile leþkerê Tirk ji Kurdistana
Baþûr dûr
bisekine!
Kemal
Burkay
Sekriterê Giþtî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
15
Îlon 2003
|