Ji raya giþtî ra,
Himber êrîþgerîya dewleta
Tirk divê hemû Kurd yekbin!
Bi bûyerên dawî xuya dike ku li Rojhilata
Navîn þer nêzîk dibe. Amêrîka û Îngîlîz ji bo êrîþa
ser Iraqê xwe hazir dikin, leþkerê xwe li mintiqê kom
dikin. Ger Saddam û hevalên xwe terkî hukum û welat
nekin, êhtimal e heya mehkî þer dest pê bike.
Dewlet û hukumeta Tirk jî, herçiqas di
destpêkê da nîþan da ku dijî vî þerî ye û çareserîyeke
aþitîxwaz dixwaze, lê ev helwest ne ji dil bû. Nuha
hazirî dike him rê bide eskerê amêrîkê ji bo vekirina
cepha bakûr, him jî bi xwe êrîþ bike Kurdistana Baþûr
dagre.
Derd û tirsa dewleta Tirk Kurd in. Ew
ji hukumet û parlamena Kurd ku ev 11 sal e li Baþûr
avabûye û ji azadîya Kurdên vî parçeyî gelek aciz e.
Tirsa xwe ya mezin, pêkhatina statûyeke baþtir e ji
bo Kurdên baþûr piþtî ser, çi bi þiklê serxwebûnê çi
federalî. Dixwaze rê nede guhartineke han, heya di vê
firsandê da dawîya xumuxtarîya Kurdan bîne.
Her usa jî çavê Tirkan li nifta Mûsil
û Kerkûkê ye.
Dewlet û hukumeta Tirk, heya muxalefeta
li parlamenê hemû bi hevra hazirîya êrîþekê dikin. Leþkerê
Tirk li ser sînor kom dibe; ji xwe beþek ji zû va ketîye
Kurdistana Baþûr.
Eva xetereke mezin e him ji bo Kurdistana
Baþûr him jî bo hemû milletê Kurd.
Himber vê yekê divê milletê Kurd, partî
û serokên wî gelek hiþyar bin, dest bidin hev pêþî li
vê erîþgerîyê bigrin.
Divê himber êrîþgerîya Dewleta Tirk helwesta
Kurdên Baþûr yek be, ew rê nedin lîstik û planên dijmin,
erda xwe û destkevtîyên xwe biparêzin.
Divê Kurdên parçên dinê, bi taybetî Kurdên
Bakûr himber êrîþa dewleta Tirk bin, li hundur welat
û li der welat çi ji dest tê bikin, vê rejîma mîlîtarîst
û dagirker, har û hov rûreþ bikin, piþtgirîya Kurdên
Baþûr bikin.
Li rojhilata navîn bûyerên mezin diqewimin,
kevir ji cîyê xwe dilivin û ewê tesîreke mezin li ser
qedera me Kurdan jî bike. Di rojeke hanê da divê hemû
hêz û rêxistinên Kurd, hemû welatparêzên Kurd dest bidin
hev, mafên xwe û heqên xwe biparêzin, bo vê yekê çi
lazime bikin.
Kemal Burkay
Sekriterê Giþtî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
4 Sibat, 2003