
Xwepêşandana Brûkselê:
“Bila Mafên Kurdan Bê Naskirin!”
Xwepêşandana ku bi destê Yekitîya
Komelên Kurdîstan-KOMKAR’ê hatibû amedekirin di 3’ye
Çirîya Pêşîn da li Brukselê, li pêş Parlamena
Ewrûpa çêbû. Kurdistaniyan bi jin û zarokên xwe, bi
al û cilên Kurdî di vê xwepêşandanê da beşdar
bûn û daxwazên Kurdan careke din gihandina sîzîyên Yekitîya
Ewrûpa û raya giştî.
Pankartek bi zmanê Îngilizî bal dikişand:
“Kurd dixwazin li ser axa xwe azad bijîn!”
Li wir bi zmanê Kurdî, Tirkî û bi zmanên Ewrûpî
axaftin çêbûn. Serokê KOMKAR’ê yê berê Fettah Tîmar,
bi navê Komela Mafên Mirovî ya Kurdistan –IMK Ebûbekir
Saydam, bi navê Komela Piştgirî bi HAK-PAR’ê ra
Yilmaz Çamlibel qise kirin. Nameya serokê HAK-PAR’ê
Abdulmelîk Firat ku ji serokwezîrên devletên endam
yên YE ra hatibû şandin û beyana sekriterê Giştî
ya PSK Mesût Tek li ser endametîya Tirkîyê hate xwendin.
Di dema xwepenîşandanê da Koma Nemrut
bi klam û stranên Kurdî, komikên folklorê yên Hamburg
û Wupertalê jî di beşdarîya def û zirnê da bi
govendên Kurdî meydana pêş Parlamenê şên kirin.
Civîn bi xwendina Ey Reqîb giha dawî.
Şêxo Burcak-Koln