MÎTÎNGA HAK-PARê
BI SERFIRAZÎ DERBAS BÛ
Þandeyeke Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR, ji bo ku
rapora xwe ya bi navê "Pêþniyazên ji bo bicîkirina
demokrasiyê û çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê"
pêþkêþî Yekitiya Ewropayê bike, di roja 3ê cotmehê hat
Brukselê. Ji bo pêþwazîkirina þandeya kurd ya ku bi
serokatiya serokê giþtî yê partiya
HAK-PARê A.Melik Firat hatin Brukselê, li dor hezar
kurdên ji çaralî Ewropayê li ber parlamentoya Ewropayê
civîyan. Bi coþeke mezin, bi dahol zurne pêþwazî kirin
û bixêrhatin dan HAK-PARiyan. Li gor bernama ku ji alî
Komela Piþtgiriya HAK-PARê hatibû danîn mîtîngeke bi
rêk û pêk hat derbaskirin. Nûnerên gelek sazî û rêxistinên
kurd li wir amade bûn û piþtgiriya xwe ji bo helwesta
bi þeref û rûmet ya HAK-PARê dan diyarkirin.
Axaftina pêþin ji alî serokê
Komela Piþtgiriya HAK-PARê birêz A.Kadir
Aslan hat kirin. Aslan, ji kurdên welatên
cuda yên Ewropayê re spas kir ji bo ku beþdarî
kirin û piþtgiriya dane wan. Dûra
xwediyê rojnama Dema Nû Aydogan Inal, dilxweþiya
xwe ji bo piþtgiriya kurdên Ewropayê
bo HAK-PARê anî zimên û got
ku HAK-PAR bi rastî ji bo çareserkirina
pirsa kurd li Tirkiyê, xwediyê projeyeke
giring e. Ev çalakiya îro tenê beþek
ji wê projeyê ye. Divê hemû
welatparêzên kurd herweha kurdên Ewropayê
jî destê alîkarî û piþtgiriyê
bidin HAK-PARê.
Nûner û berpirsên gelek sazî û rêxistinên din jî gotar
xwendin.Wek, serokê Komela Dijberên Þer Mehmût
Kilinç, Serokê giþtî yê KURD-KAVê M.Celal Baykara (ku
bi xwe jî di nav þandeyê de bû), nûnerê Federasyona
Komeleyên Kurdistan li Swêdê Kovan Amedî, berpirsê rojnama
Peyama Kurd, Cotkar, li ser navê Platforma Kurdên
Ewropa-PLATFORM mamosta Þexmûs Dip, li ser navê
HEVKARÎ M. Ali, li ser navê Kurdistan Centrum Eziz Hamam
di axaftinên xwe de HAK-PARî pîroz kirin û piþtgiriya
xwe nîþandan. Herwisa seroka Federasyona Kurdan li Swêdê
Þermîn Bozarslanê jî bi þandina mesajekê
piþtgiriya FKKSê nîþanda.
Li ser navê KOMKARê jî serokê wê Fettah Tîmar axifî.
Tîmar ji þandeya HAK-PARê û serokê A. Melik Firat re
spas kir ku bi helwesteke kurdewarî ya rasteqîn, bi
berxwedan ji bo azadiya gelê kurd tevdigerin. Ew meþa
HAK-PARê ji Diyarbekrê heta Brukselê careke din nîþanî
me da ku gelê kurd ber xwe dide, bi hêvî ye û wê her
bi serkeve.
Hemû gotarvanan, di axaftinên xwe de rûmeteke mezin
dan helwesta HAK-PARê û pêwistiya dîtina pirsgirêka
kurd li Tirkiyê ji alî Yekitiya Ewropayê ve anîn zimên.
Di gotaran de hat destnîþan kirin ku eger Ewropa ji
siyaseta înkar û asîmilasyonê re çavê xwe bigre û
bi wî halî Tirkiyê bigre nav xwe pirs wê dijwartir be
û her berdewam bike. Lê gelê kurd bindestiyê qebûl nake,
divê ev ji nuha ve bête zanîn.Û hemû gotarvanan, li
ser giringiya yekitî û yekdengiya kurdan, hevdugirtina
kurdan bi tundî sekinîn.
Axaftina dawî ji alî serokê þandeyê
herweha serokê giþtî yê HAK-PARê
A.Melîk Firat ve hat kirin. Melik Firat silav
li beþdarên mîtîngê kir
û got we zehmet dît hûn hetin we destê
alîkariyê da me. Ez gelekî kêfxweþ
im, di nav we de ez xwe ne wek kalekî 80 salî
lê wek xortekî 18 salî hîs dikim.
Ji vir 80 sal berê wextê dewleta Tirkiye
hat damezrandin, û welatê me hat parvekirin
li Ewropayê ji kurdan kesek tunebû, bilî
Þerîf Paþa. Ew bi tenê bû
û gelekan ji welat têlgiraf diþandin
digotin ew me temsîl nake. Ismet Paþa xwe
wek ji xelkê Sîêrtê da niþandan
û peyman îmze kir. Îro êdî
kurdên xwedî xîret û zana hene
ku bikarin bersiva siyaseta îro bidin, rê
nedin Lozaneke dudyan. Di vî warîde HAK-PARê
gav avêtiye, ji bo mezinbûn xurtbûna
vê gavê hewceyî alîkarî
û piþtgiriya me hemû kurdên
welatparêz e. Îro hatina we hêz daye
me. Sibê em ê bi serwerên YE re rînên
danûstandinê bikin, daxwazên xwe yên
gelê xwe bigihînin wan."
Di bernama mîtîngê de sazbend û hunermendan ji folklora
kurdî nimûne pêþkêþkirin. Koma govenda zarokan ya Komela
KOMKAR-Hamburgê û hozan Rezan reng dan çalakiyê. Bi
vî awayî meþa ji Diyarbekrê heta Brukselê gihîþt dawiyê.
|