Nivîska
û siyasetmedar Yilmaz Çamlibel:
Kurdan li Agiriyê hem şer dikirin, hem jî dezgeyên dewletê
saz dikirin
Stokholm-21.01/2007
- Nivîskar û siyasetmedar Yilmaz Çamlibel li ser pirtûka xwe
”Gilîdax bê xwedî nîne” li Stokholmê semînerek da. Çamlibel
li ser Şerê Agirîyê, gelek agadariyên bi rêk û pêk, bi
belge, wêne û xarîte pêşkêşî guhdarên xwe kir.
Nivîskar di destpêka semînerê da bi kurtî behsa
pirtûka xwe kir; mesela ji ber çi ew nav (Gilîdax bê xwedî
nîne) li lêkolîna xwe kiriye; û li ser dokument û çavkanîyan
agadarî dan. Dûra wî li ser sedemê destpêkirina Şerê
Agirîyê û lı ser Xoybûnê agadarî pêşkêş kirin
.
Nivîskar di beşeka fıre da li ser
pênc şerên giran ku di navbera.tirkan û kurdan da bûne
(ji 16ê gulana sala 1926 heta payîza sala1932 da) li ser nexşeyan
agadariyên balkêş pêşkêş kirin. Di vê behskirinê
da dîyar dibû ku tenê bi qasî 600 şervanên kurd li hember
30.000 eskerên tirk bi 52 firoke, bi top û tifing, çi
mêrxasiyên mezin kirine.
Gelek resimên ku ji arşîva albayekî tirka,
serokê fîloya firokan Naim Burkut, bi dest xistibû hatin
raydan.
Nivîskar behs kir ku beşdariya jina kurd
cara yekemîn di vî şerî da bûye. Û cara yekemîn kurdan
di Şerê Agirîyê doza dewleteke serbixwe kirine. Cara
yekemîn kurdan li vir şerê gerilla kirine. Nivîskar balkişand
ser taybetiyeke din ya tevgera Agiriyê, ku Konseya Şerê
Agirîyê organeke siyasî bû ku jı esker û sîvîlan pêk
hatibû, lê wê li ser hêza eskerî biryar dida, ku ev jî cara
yekemîn li vêderê bûye.Kurdan
li Agiriyê hem şer dikirin, hem jî dezgeyên dewletê saz
dikirin
Di lêkolîna xwe da nivîskar ala kurdan ya di
Şerê Glîdaxê da hatiye bi kar anînê, nîşanda. Ew
ala, bi navê ”Ala Araratê” hatiye bi nav kirin, bi rengên
xwe ve wek ala me ya îro ye, lê li ser rojê resmê Araratê
mezin û piçûk heye.
Yilmaz Çamlibel bi kurtî hinek şervanên
Şerê Agirîyê da naskirin, û stranên gelêrî ku li ser
wan hatine gotin xwendin. Wî li ser hovîtiya û barbariya dewleta
tirk xasima li qetliama Geliyê Zîlan gelek nimûne dan.
Çamlibel
rave kir ku hevkariya sê dewletan; Tirkiye, Îran û Sovyetê
û hîç nebûna alîkariyeke dereke, herwisa pêknehatina serhildaneke
berfireh li Kurdistanê, bû sedemê şkandina şerê
Agiriyê.
Semînera Çamlibel bi baldarî û hezkirin hat gudarîkirin. Wî
li ciyê semînerê, ji gelek xwendevanên xwe re pirtûkên îmze
kir.
|