Celal
Talabanî li Komcivîna Milletên Yekbûyî
Serokkomarê Iraqê birêz Celal Talabanî duh roja pêşemîyê
(15 İlon 2005), li New Yorkê tevî Komcivîna Milletên
Yekbûyî bû û axaft. Ji ber ku Erebî yek ji pênc zmanê resmî
ye li Yekitîya Milletan, wî jî axaftina xwe qasî deh deqqe
bi Erebî kir û li dawîyê piçek jî bi Kurdî axaft.
Birêz Talabanî di axaftina xwe da got, rejîma Saddam dîktatorîyeke
xwînxwar bû, li gelên Iraqê pîr zulim kir, xelk qir kir, wek
li Kurdistanê-Helepçê çekên kîmyewî bi kar anî. Ruxandina
vê rejîmê bi destê Amêrîkê û hevpeymanan tiştekî gele
baş bû ji bo xelkê Iraqê.
Talabanî got, ew cehd dikin Iraqeke demokrat, plûral
û federal avabikin, ji vo bo vê yekê ji hemû dinyayê alîkarî
xwest; her usa jî behsa hêzên terorîst û qetlîamên wan kir,
ew wek hêzên tarî bi nav kir, ku hewl didin rê nedin vê guhartinê
û xwîna masûman dirijînin.
Birêz Talabanî, di warê pêşveçûna demokratî, aborî û
çandî da Kurdistana Başûr wek nimûne nîşan da û
got ev serbilindîya me ye.
Dema Talabanî di civîna giştî da qise dikir, Xêro Xanim
û Wezîrê Derva ya Iraqê Hişyar Zîbarî jî di salonê da
guhdarî dikirin.
Birêz Talabanî, her usa jî di navbera civînê da bi
Serokê Rêxisitina Milletên Yekbûyî Kofî Annan ra rûnişt
û li ser meseleyên Iraqê qise kirin. Digel vê, Talabanî bi
serokên gelek devlet û welatan ra qisekir, ku ew jî tevî Civîna
Giştî Bûbûn.
|