JI RAYA
GIÞTÎ RE
Însîyatîfên Kurdên li Ewrupa (IKE)
di 19-20 ê gulana 2002a de, li Almanya, li bajarê Bielefeldê
civîna xwe ya giþtî pêk anî. IKE di
civîna xwe de, bi giþtî li ser xebatên xwe
yên buhurî rawestiya û pirsgirêkên
însîyatîfên welatan di ber çavan
re derbas kir.
IKE di dema civîna xwe ya giþtî de, bi PNK-Bakur
re civînek pêk anî û li ser pirsa pêk
anîna temsîlîya kurdan ya li Ewrupa rawestiya.
PNK-Bakur bi pêþniyazên xwe yên hêja
û bi helwesta xwe ya neteweyî civîn dewlementir
kir. IKE bi PNK-Bakur re gihîþt wê encama ku pêwîst
e, beþê civata kurd yê (3ê) sisêyan
Temsîlîya Dezgehên Demokratik û Neteweyî
beþdarî xebata hevbeþ bibe.
Civîna giþtî lîstikên tarîkirina
pêþeroja kurdan ku têne tezgehkirin destnîþan
kir. Her weha civînê pêwîstiya temsîlîya
kurdan ya ji destkariya dagirkeran parastî anî zimên
û li ser giringiya beþdarbûna hêz û
aliyên welatparêz yên li derveyî vê
tevgerê mane, rawestiya.
Di civînê de hate diyarkirin ku kurdan her çend
þkestin dîtine, surgûn bûne û bi planên
qirkirinê re, rûbirû mane jî, tu caran wekî
van salên dawîn neketine ber metirsiya asîmîlasyonê.
Tu caran weke vê carê bi destikên bi navê
kurdan neketine ber þepên nemanê.
Civîna giþtî pêwîstî û
pêdiviya xebata ji bo çapamenî û ragihandînê
destnîþan kir. Li ser yekgirtin û yekîtiya
kurdan rawestiya. Ji bo çareserkirina pirsa kurd û
Kurdistanê bi dengekî bilind got: Divê Kurd bi
destê xwe qedera xwe tayin bikin, mafên xwe yên
çarenivîsî bixwe bikar bînin.
IKE di civîna xwe de giringiyek bi taybetî da pêk
anîna Temsîlîya Kurdan ya li Ewrupayê. Bi
vê mebestê; li ser pêwîstiya temsîlîya
sê beþên civata kurd, Temsîlîya Hêzên
Sîyasî, Temsîlîya Însîyatîfên
li Welatên Ewrupayê û Temsîlîya Destgehên
Demokratîk û Neteweyî rawestiya.
Civîna gistî biryar da ku ji nuha û pêve
bi navê Însîyatîfên Kurdên li
Ewrupa (IKE) tevbigere û bi kurtî, naznavê INSIYATIFê
bi kar bîne.
Civînê bi yekdengî diyar kir û bi dengekî
bilind got:
Bidestxistinên li Baþûrê Kurdistanê
serbilindaya hemû kurdan e. Parastina bidestxistinên
li Baþûr ne bi tenê barê stuyê kurdên
baþûr e. Kurdên bakur, rojhilat û rojava
jî divê wan bidestxistinan weke yên xwe bipejirînin
û biparêzin.
Tu kes û welatan ji kurdan bêtir êþû
azar ji ber terorê nekiþandiye. Kurdan di gel sîyasetên
qirkirinê heta îro xwe paraztine. Ta ku kurd negihên
mafên xwe yên rewa, ne li Kurdistanê, ne li dewletên
dagirkerên Kurdistanê û ne jî li Rojhilata
Navîn aramî û aþtî pêk nayê!
Di civîne de bi yekdengî hate diyarkirin:
Divê kurd bi mejiyê xwe tevbigerin
Divê tevgerên kurdan serbixwe û ji bo berjewendiyên
kurdan tevbigerin.
Divê kurd nebin destikên berjewendiyên dagirkeran
û ji bo berjewendiyên tu kesan neyên bikar anîn.
Divê destgeh û rêxistinên kurdan li biryarên
xwe bixwedî derkevin û li dijî biryarên
xwe tevnegerin.
Divê pirsgirêkên di nav rêxistinên
kurdan de nekevin pêþiye berjewendiyên neteweyî.
2002-05-20
Însiyatifên Kurdên li Ewrupa-IKE
|