Abdulmelîk Firat :

"Armanca min ji bûyîna wekîlmiletiyê mezintir û giranbihatir e"

Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) Abdulmelîk Firat wek namzetê serbixwe li Diyarbekirê beşdarî hilbijartina parlamentoyê dibe.
Firat li ser tevlêbûna xwe ya di hilbijartinê da û armancên xwe, dazanek belav kir.
Di destpêka dazanê da Firat bi kurtî çîroka jiyana xwe rave dike û dûra jî behs dike ku ji bo çi ew hewce dibîne ku serbixwe dikeve hilbijartinê.
Abdulmelîk Firat
dide diyarkirin ku partiya wî (HAK-PAR) ji ber astengî û dijwariyên ku dewlet derdixe hember wê nikare beşdarîyê bike.Gereke partiyê di wextekî kin da bi lez xwe amade bikira, lê mixabin hîna ser avabûna wê ra sê hefte derbas nebibû doza girtina wê hatibû kirin, û gelek astengî derxistin pêş wê, û hebûna hukmên antîdemokratîk yên qanûna hilbijartinê jî serbarî ser..lewma HAK-PAR nikaribû bikeve hilbijartinê.

Abdulmelîk Firat di berdewama dazana xwe da dinivîse ku, HAK-PAR li Tirkîyê di warê siyasetê da bi dîtin û pêşniyarên xwe guhartinên bingehîn dixwaze û ji bo çareserkirina pirs kurd xwedî îddi û biryar e.

Abdulmelîk Firat dibêje ku dewlet bi siyaseta xwe ya li hember kurda dixwaze bibe endamê Yekitiya Awrûpayê (YA) careke din eşker bû ku niyet dîsa xapandina kurdane û îro 20 milyon kurd li Tirkîyê dijîn, digel vê jî serwerên dewletê li hember birayên me yên ku li Iraqê dijîn, helwesteke bi buxtan û êrişkariyeke xeter nîşan didin. Firat diyar dike di van şertan da partiya wî ya ku bi xwe nikare bikeve hilbijartinê, biryar daye ku fikir û projeyên xwe, doz û daxwazên xwe bi riya namzetên serbixwe bi gel bide naskirin. Lewma Firat di serî da li ser daxwaza partiya xwe û dostên xwe li Diyarbekirê wek namzetekî serbixwe dikeve hilbijartinê. Firat di dazana xwe da dibêje ku ew armancên li jorê behskirî ji bûyîna wekîlmiletiya adî zêdetir xwedî qîmet e.

Abdulmelîk Firat çîroka jiyana xwe bi kurtî weha rave dike:

BI KURTÎ JÎNEGERIYA MIN YA KU BI SIRGÛNÊN DI NAVBERA DÎCLE Û FIRATÊ DA HERIKÎN DESTPÊKIR...

Di sala 1934an da li qeza Xinûsê li gundê Qolhesarê hatime dinyayê. Ji bo wekilmiletiyê min salê xwe mezintir kir (1927).

Di zarotiya xwe da, ez bi malabata xwe va tevayî hatim sirgûnkirin. Li gundê Sergen ya ku girêdayî qeza Vize ya Kirklareliyê ye, min dibistane sereta xwend. Min lîse xilas kirîye.

Min perwerda xwe ya berfireh û piralî li medresa ku mezinên malbata min seydatî dikirin wergirt. Li vir min fîlolojiya Erebî, Farisî û Kurdî, teolojî (îlahiyat) xwendiye.

Di hilbijartinên sala 1954an da li Erzurumê di Partiya Demoqrat (DP) da hatim hilbijartim bûm wekîlmilet. Piştî cûnta eskerî ya sala 1960î hatim girtin. Bi berpirsiyarên karbidestiya DP-ê re hatim mehkemekirin. Sal û nîvekê (1,5 sal) li Yassi Ada û 1,5 sal jî li Qeyseriyê (Kayseri) di zîndanê da girtî mam.

Di dema derba eskerî ya 12ê Adarê sala 1971ê da, mehekê di bin çav da hatim girtin. Di dema derba 12ê îlonê ya sala 1980 da hatim girtin li Erzurumê di Dadgeha Eskerî ya îdara urfî (sikiyönetim) da hatim dadkirin û dûra serbest hatim berdan.

Sala 1991ê da, ji Erzurumê wek parlamenter hatim hilbijartin. Piştî du salan ji bo ku li dervayî qirêjiya sîstema partiyên siyasî bixebitim, min ji partiya xwe îstîfa kir û du salan wek serbixwe min wekîlmiletiya xwe domand.

Di sala 1995 da li parlamentoyê (TBMM) di civîneke çapemeniyê da min rave kir ku ez nikarim ji kurdan ra raste-rast nûnertiyê bikim û ji ber vê yekê jî beşdarî hilbijartina sala 1995a nebûm.

Piştî ku parlementeriya min xilas bû, ez bi hinceta "PKKyî ye" hatim girtin: Piştî ku du mehan li girtîxana Payram Pasa girtî mam serbest berdan.

Bilî van gelek caran bi iddiayên bêbingeh ji ali DGM û dadgehên eskerî hatime mehkemekirin. Yek ji van îddiayên komîk ya Mehkema cezayê ya Istenbol-Uskudarê ye: wek insanekî dîndar min bi îddiaya "heqaret li dîn" têm mehkemekirin.

Heta niha jî gelek dozên min di warê sûcên fikrî da dewam dikin hene.

Di sala 1999a da, di avakirina platformên ku ji bo avakirina partiyeke siyasî ya pirdengî ya ku beşdarbûna kurdan di nav siyasetê da wek bingeh qebûl bike bixebite, ez jî beşdarbûm û xebitîm.

Piştî xebateke bi plan û bi sebir me digel 11 rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ên hêja HAK-PAR avakir. Bi dengdanên azad û demokratîk yên hevalên daner ku serpêhatiyên jiyana wan ji ya min ne cuda ne, wek Serokê Giştî hatim hilbijartin.