Edward Saîd wefat kir

26-îlon-2003

Nivîskar û lêkolînerê Filîstînî-Amerîkî Edward Saîd roja 25ê îlonê li New Yorkê wefat kir. Saîd 67 salî bû. Ew di sala 1935an de li Qudûsê hatibû dinê. Li Qahîro mezin bû, û di xortaniya xwe de çû li Amerîkayê bi cî bû. Li wir wek nivîskar, rexnegir û dersdarê unîversîtê kariyereke mezin çêkir. Bi wextê re nav û dengê wî wek edebiyatzan, ronakbîr û piþtevanekî doza filistînî li cîhanê belav bû. Armanca Saîd ya sereke peydakirina rewþeke aramî û aþtiyane bû da ku filistînî û cihû pêkve bijîn.

Bilî berhemên edebiyatzaniyê gelek kitêbên wî yên derbarî veçêbûna civat û çanda roavayê ya ku ew wek berdewama ya rohilatiyê dibîne hene. Wek Orientalism (1978) och Kultur û orientalism (1993).

Edward Saîd di salên pêþin ên 70yî de bû endamê hukumeta Filistînî ya li dervayî welat û PLO. Derbarî berpirsiyarya siyasî û rola giring ya ronakbîran de gelek nivîsarên wî hene. Di vê babetê de pirtûkeke wî ya giring heye bi navê "Intellektuelle" ew bi gelek zimanên cihanê hatiye wergerandin û belavkirin. Di wê de dinivîse ku pêwîst e ronakbîr berpirsiyariya siyasî jî hilde ser milê xwe. Divê ronakbîr hêza siyasî ya xwe jî rexne bike, bona xatirê berjewendiyên xwe yên þexsî çavê xwe ji neheqî û þaþiyan re negre.

Xebera mirina Saîd li seranserî cihanê deng da. Bi mirina wî gelê Filistînî piþtevanekî xwe yê giring winda kir.

 
© 2001-2003 Roja Nû