|
 |
Rejîsorê
fîlma "Kûsî jî dikarin bifirin"ya ku li Danîmarkayê
xelata yekemîn stand, Behman Qubadî ji bo beþdarî
Festîvala
TROMSØ bibe
çû Norveçê. Rojnameya Norvêçî NORDLYS pê re hevpeyvînek
li ser fîlma wî ya dawî çêkir. Qubadî jî wek Yilmaz Guney,
ji dinyayê re rave dike ku jiyana kurdan ji çîroka fîlma
wî dijwartir e. Em li vir kurdiya hevpeyvînê diweþînin |
|
Rejîsorê kurd Qubadî:
RASTIYA
KURDAN JI ÇÎROKA FÎLMÊ JÎ TAHLTIR E
Linn Sollied Madsen
15-nîsan 2005/ Di festîvalê de
fîlma herî xurt belkî ji Kurdistanê
tê. Navê wê "Kûsî jî
dikarin bifirin"e. Gelek zilamên mezin jî
digrîn dema lê temaþe dikin. Lê Qubadî
hewl dide ku temaþevanan hinekî jî bide kenandin.
Ev ne cara yekemîne ku fîlmên Qubadî di Festîvala Tromsö
de tên nîþandan. Lê ew bi xwe, ev cara yekemîn e tê festîvalê.
Di ser hatina wî re hê tenê çend
saet derbasbûne, lê ji niha ve ew hezkirina xwe
ji bo vî bajarî nîþan dide.
- Ev bajar bi befir û çiyayên xwe ve diþibe
bajarên Kurdistanê, lê li vir mirov azad
in, dikarin li ser befrê xwe bixêzikînin,
çi bixwazin bi serbestî dikarin bikin, dibêje.
- Li welatê min çiya bi mayînan(bombeyên
bin erdê) tijî ne û em bi tirs in. Sirûþt
bûye dijminê me.
Amatoran bi kar tîne
"Kûsî jî dikarin bifirin" li
ser jiyana komek zarokên gundekî Kurdistanê
li ser sînorê Tirkiyê û Iraqê
ye. Çîrok çend rojan berî dagirkirina
Iraqê ya ji alî Amerîkayê ve dest
pê bike, derbas dibe. Kurikekî sêwî
ê bi navê Satelît, di wê civata ku
ji agahdarî û medyayê mehrûm e, wek
rêberekî tevdigere. Malbateke biçûk
ya ku ji sê zarokan pêk hatiye, wek gelekên
din, di wê rastiya sext û dijwar de hewl didin
ji bo ku bikaribin jiyana xwe bidomînin. Lê ronahiya
hêvî û xilasiyê li vir gelekî
qels e. Hemû aktorên fîlmê amator
in, hinekan ji wan berê hîç fîlim
nedîtine.
- Ekonomiya me ya qels sedemê bingehî ye ku em
amatoran bikar tînin, lê ez bi xwe jî wisa
dixwazim. Êdî ji bo min ev tiþtekî
xwezayî ye. Hemû van zarokan rojên gelekî
dijwar derbas kirine, gelek tiþt hatine serê wan
bi xwe, û ez vê yekê bi kar tînim
ji bo behskirina çîrokê. Ewê bi eynî
tesîr nekira eger min aktorên profesyonel hilbijartiba.
Qubadî bi çîrokeke nivîsandî
(manus) ya hazir dest bi iþandina fîlmekê
nake.
- Ji sedî (%)40 ê dialogan bi kiþandina
fîlmê re tê nivîsandin, û hingê
ango di nav karê fîlmkirinê de em çîrokê
çê û veçê dikin.
Rewþ niha baþ e
Çêkerên fîlmê sê mehan,
li Kurdistanê geriyan daku zarokên herî
lêhatî peyda bikin ji bo aktoriya filmê
bikin, û ew kurikên herî biçûk
parsekî dikirin, berî ku ew rastî Qubadî
bên.
- Niha rewþa teva baþ e. Ew kurikê ku serekaktor
e, Satelît dixwaze bibe rejîsor. Ew ê di
fîlmeke nû de bi min ra bixebite. Avaz Latîf
ya ku di rola keçika bi navê Agrîn de dilîze,
niha di TVeke navçeyî de dixebite û miaþekî
baþ distîne û ji karê xwe razî
ye. Ew herdu kurikên herî biçûk niha
diçin dibistanê û ji dewletê arîkariya
aborî girtine.
Rexneyên bi pîvan li hember Amerîkayê
Baweriya Qubadî bi Kurdistanekê heye, lê
bawer dike ku xelk ditirse û bê ewle ye.
- Xelk ditirse ku Amerîka wê careke dî bi
wan re bêbextiyê bike û rûyê
xwe ji wan biguhêze, wek berê. Esasen Amerîka
li dû berjewendiyên xwe ye, halê gelê
kurd û gelê Iraqê jê re ne xem e,
Qubadî dibêje. Ew bi tundî bînî
xêz dike ku ne li dijî gelê Amerîka
ye û ji çanda wan re sempatiya xwe heye.
- Gazinên min li hukumeta wan e, çawa ku gelek
hevwelatiyên wan jê gazinan dikin. Gelê
Amerîkayê gelekî xwedî hest û
dilovan e. Fîlma min bi awayekî, bi pîvan
li hember dagirkeriya Amerîkayê ye.
Qubadî behs dike ku eskerên Amerîkî
yên di fîlmê de xwedî ro lin, eskerên
rastî ne, lê gelekî zehmet bû ku ez
wan razî bikim ji bo ku wan bigrim fîlmê.
- Wan hertim dipirsîn, dixwastin bizanin ka fîlm
li ser çi ye. Min ji wan re digot ev fîlmek e
li ser jiyana mirovan e, ne rexneyeke li dijî wan.
Henek wek çekekî ye ji bo me
Qubadî dibêje film þêweyekî
gelekî nerm ê behskirina rastiyê ye.
- Divê ez fîltrekî bi kar bînim, ji
bo ku xelk bikare li fîlimê sêr bike. Jiyan
bi xwe gelekî bi êþ û xembar e.
Di fîlmê de trajedî li ser hev tên,
lê Qubadî henekan jî bi kar tîne.
- Tarîxa kurdan ya dirêj bi êþ û
derdan dagirtî ye. Henek ji bo me wek çekekî
ye li dijî êþ û derdan, Qubadî
dibêje, û hêvî dike ku xelk hinekî
jî bikene dema li fîlmê temaþe dike.
|
|