|
|
Yekemîn
pêşangeha pirtûkên kurdî li Elmaniyayê çêbû
Di rojên 6,7 û 8ê hezîranê de li Elmaniyayê li
bajarê Kölnê, yekemîn pêşangeha pirtûkên kurdî bi beşdarbûna
bêtirî 20 weşanxaneyên kurdî ji çaralî Ewropayê vebû.
Pêşangeha yekemîn li Elmanyayê ya ku bi navê Cegerxwîn
hatibû sazkirin, di van sê rojan de wek daxuyaniyeke mişterek
ya kurdên Ewropayê ji bo pêşxistina zimanê kurdî û çanda
kurdî pêkhat. Roja pêşin di vekirinê de 300 kes amadebûn
û roj bi roj beşdarî û eleqe zêdetir bû.
Pêşangehê bi axaftina Newroz Çolemêrgî destpê kir. Piştî vekirina
pêşangehê serokê KOMKARê Fettah Timar li ser giringiya
kar û xebatên bi vî rengî kir. Timar di axaftina xwe de got
ku wê baştir bibûya eger dezgehên kurdan bi hevra ev
pêşangeh vekirana. Daxwaza me di serî de ew bû ku KOMKAR
tevî hin saziyên din bi vî karî rabin. Me ji hin derdorên
eleqeder re jî pêşniyar kir ku em bi hevra bikin, lê
mixabin weha nebû. Em hêvîdar in ku ev yek sala pêş pêk.
Piştre serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Ebdulmelik Firat axaftineke
kurt kir. Di destpêkê de, Firat li ser giringiya yekbûna Kurdan
rawestiya û got: "Em bi hevdu re bin, tikes li hemberî
me namînin!". Firat ku çend roj berê ji Kurdistana Başûr
vegeriyabû behsa ger û hevdinên xwe yên Kurdistana azad kir
û razîbûna xwe ji rewşa gelê kurd ê vêderê nîşanda.
Piştre wî pesnê amadekarên pêşangewhê (KOMKAR) da
û bangî Kurdan kir ku li pirtûk û wêşanên kurdî xwedî
derkevin.
Serokê
PENa Kurd Zerdeşt Haco jî derbarî giringaya pêşxistina
zimanê kurdî yê nivîskî kir û di axaftina xwe de spasî KOMKARê
kir ku bi sazkirina vê pêşangehê rabûye
Xwediyê weşanxaneya APECê Elî Çifçî
jî li ser pirtûka kurdî û rewşa zimanê kurdî
û weşangeriya kurdî axifî. Çiftçî behsa hin tradisyonên
kurdên Swêdê ên baş û rûniştî kir, wek çêkirina
civînan bi zimanê kurdî, axaftina nav malê de bi zarokan re
bi kurdî û hwd.
Koma Dîlan bi govendên xwe, Koma Nemrûd,
hunermend Fatê, Zibêr Yûsif û Sedat Karakaş bi deng
û awazên xwe rengek dane pêşangeha pirtûkan.
Weşanxeneyê kurdan wek DENG. OZ-GE, DOZ, KOMAL, AK-PA
FIRAT, Weşanên KOMKAR, AFÎŞ, HAVÎBÛN,PIYA, PSK-Riya
Azadî, PDK-Îran, PYDK-S û KOMJIN (JIYAN) û
ji Swêdê, jî ku ji alî weşanxanyên kurdî ve pêşketiye,
weşanxaneyên Roja Nû, APEC, Nûdem û Pelda, Pirtûkxana
Sara beşdarî pêşangehê bûn. Herweha nivîskar Hesenê
Metê, Laleş Qaso, Firat Cewerî, M. Ali Kut, Salih Omerî,
Goran Candan, Seyîdxan Anter jî ji Swêdê beşdar bûn.
Gelek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd wek cîgirê serokê
HAK-PARê Ramazan Karaman, Mahmut Kilinc, Necdet Buldan, Zekî
Öztürk, Şükrü Gümüş di vekirina pêşangehê de
amade bûn.
Di nav çarçova çalakiyên Pêşangehê de çend semîner an jî sohbet pêk
hatin. Roja duwemîn nivîskar û helbestvanên kurd Eskerê Boyîk û Hisên Hebeş, û roja dawî jî Nazîf Telek li ser
berhemên xwe axafîn
û bi guhdaran re sohbet kirin û kitêbên xwe ji beşdaran
re îmze kirin.
Berpirsiyarên KOMKARê ji beşdarî û eleqeya kurdan razî bûn, û ev pêşangeh
digel kil û k-masiyên xwe ve wek tecrubeke baş pejirandin
û li gor gotina wan ewê hewl bidin ku sala bê hîn rêkûpêktir
organîze bikin.
|
|