Kurdan pêþewaziyeke germ nîþanî Jay Garner dan

   

23/04/2003
GENERAL JAY GARNER li Kurdistanê bi coþ û kêfxwesiyeke mezin hat pêþewazîkirin. Roja duþemê bi lîderên kurdan Mesût Barzanî û Celal Talabanî re hevdîtinek pêkanî. Piþtî Hewlêrê çû Silêmaniyê û li wir jî kurdan bi heyteholeke mezin xêrhatin lê kirin û spasî û razîbûna xwe ji helwesta DYA re dan diyarkirin. Wî jî bi gotinên xwe hêvî û xweþbînîyeke mezin da gelê kurd.

Garner li Hewlêrê bi rojnamevanan re civîneke presê pêkanî. Li ser civîna xwe ya bi Mesût Barzanî û Celal Telebanî re agahdarî neda rojnamevanan. Tenê bi tundî ravekir ku di wextekî herê nêzik de hukumatek wê bê avakirin, û hingê êdî Amerîka û ingilîz wê li vir nemînin.

Generalê Amerîkî ê teqawûtbûyî Jay Garner roja çarsemê li Hewlêrê di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re li pêþ parlamenta Kurdistanê li ser çîmenan got:
-Em li vir di nav baxçeyekî xweþ û tekûz de sekinîne. Nuha di hemû Iraqê de intibayeke wek ya vir xweþ meriv nabîne.
-Li îdareya kurdan temaþekin, wan li vir bakûr, gelek pirs û problemên xwe bi awayekî demokratîk çareser kirine, ku gelek ji wan probleman li tevaya Iraqê hene û li benda çareser kirinê ne
Di gera xwe ya Kurdistanê de gelek peyamên hêvîdagirtî da kurdan. Wek: "Rewþa idarî civakî ya kurdan wê ji tevaya Iraqê re bibe nimûne". "Hûn kurd milletekî mezinin, dahatuya we jî mezin e","Kerkûk bajarê kurdan ne". û hwd.
Bi seredana waliyê Iraqê General Jay GARNER hêviya kurdan ji bo dahatuyeke xweþ zêdetir bû. Ji alî cîhanê ve þansê miletê kurd vekirî xuya dike. Êdî maye li ser meþandina siyaseteke biaqilane û perspektiveke yekgirtî û neteweyî ji alî rêberên siyasî ve... Çavê çil mîlyon kurd li ser gotin û kirinên wan e.

 
© 2001-2003 Roja Nû