Wezîra derva ya Swêdê li ser mehkemekirina HAK-PARê:
Mecbûr e mafê bi mîlyonan kurdên li Tirkiyê hebe ku zimanê dayika xwe bi kar bînin

"Gava mehkema HAK-PARê hat bihîstin, me ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya li Anqerê daxwaz kir ku dozê teqîb bike, ji ber ku ev pirs ji bo prosesa YE (Yekîtiya Ewropayê) jî xwediyê maneyeke prensîbî ya mezin e..."

DEMA NÛ - STOKHOLM-07 Hezîran/2005
Doza li dijî 13 siyasetvanên HAK-PARê ku ji ber qisekirina zimanê kurdî, di roja 25ê Gulanê de hatin mehkemekirin, li Swêdê bi baldarî hat þopandin. Wek tê zanîn çend hefte berê Parlamentera Partiya Gel a lîberalan (fp), Birgitta Ohlsson, li ser agahdariya Komîteya Piþtgiriya HAK-PARê ji wezîra derva Laila Freivalds pirs kiribû ka raya hukumeta Swêdê li ser vê pirsê çi ye û jê daxwaz kiribû ku hukumeta Swêdê dozê teqîb bike.. Freivalds roja 3ê Hezîranê bi nivîskî bersiva pirsên wê da.

Freivalds di bersiva xwe de dibêje:
"Di van çend salên dawîn de li Tirkiyê di xebata-reforman de gav hatine avêtin, lê divê yasayên nû di rastiyê de, di nav civatê de bên tetbîqkirin. Bêguman ev ji bo mafên kurdan jî derbas dibe. Swêd û welatên endamên Yekîtiya Ewropayê yên din û herwisa Komîsyona YE gelek caran li ser vê pirsê bi hukumeta Tirkiyê re guftugo kirine, û em ê ji vir þunda jî bikin."

Freivalds li dijî qanûna jimar 2820 ya ku HAK-PAR pê tê tawanbarkirin, nerazîbûnê diyar dike û dibêje ku ev qanûn bi endametiya YE re nagunce. Freivalds di bersiva xwe de destnîþan dike ku Komisyona YE di rapora xwe ya çavdêriyê ya dawîn de balê dikiþîne ser vê yekê û ji vir þûnda jî çavê wan wê li ser vê pirsê be.

Wezîra derva dibêje: "Mecbûr e mafê bi mîlyonan kurdên li Tirkiyê hebe ku zimanê dayika xwe bi kar bînin"
"Gava doza li dijî HAK-PARê hat bihîstin, me ji Komîsyona YE ya li Anqerê daxwaz kir ku dozê teqîb bike, ji ber ku ev pirsa han ji bo prosesa YE jî xwediyê maneyeke prensîbî ya mezin e."

Ew di bersiva xwe de li ser mehkema 25ê Gulanê de jî agahdarî dide; wek ku Serokê HAK-PARê û hevalên xwe bi kurdî îfada xwe dane, û tercuman hatiye bi karanîn. Derheqa du hevwelatiyên Swêdê, Ibrahim Güclü û Necdet Gündem de ku ew jî di nav wan 13 kesan de nin, wezîr dide xuyakirin ku Tirkiye hevwelatiya du welatî nasnake, ji ber vê yekê wan tenê weke hevwelatiyên Tirkiyê dibîne. Loma îmkana ku Swêd alîkariya wan bike bi sînor e.

 
 

 

 
© 2001-2005 Roja Nû