HAKPAR –Diyarbekir:
Dewleta bi navê “plankirina malbatî”
jinên kurda stewr dike
Wek tê zanîn kurd zarokan pir çêdikin. Dewleta tirk vê ji xwe
re wek serêşiyeke mezin dibîne. Wê heta nuha bi siyaseta asimilasyon
û helandinê, sirkûnkirinê, kuştin û avêtina nav nexweşiyan,
nekariye kurdan ji holê rake. Zêdebûna nufûsê kurdan hemû planên
wan serûbinî hev dike. Lewma ev pirs tim di rojeva MGK (Şûraya
Ewlekariya Mîllî). Vê carê jî bi navê “plankirina malbatî” dixwazin
nufîsê kurdan kêm bikin.
Li ser vê pirsê van rojana Serokatiya Herêmî ya Diyarbekirê ya Partiya Maf û
Azidayan (HAK-PAR) dazaneke çapemeniyê belav kir. Tê de bala raya
giştî dikişîne ser projeya dewletê ya ku stewrkirina jinên
kurd wek armanc daye ber xwe. Di dazanê de bang li kes û saziyên
piştevanên mafê mirovan, personalên tendurustiyê û yekitiya
doktoran tê kirin ku li hember pirsê bê helwest nemînin.
Di dazanê de tê behs
kirin ku li Diyarbekirê li dor jimara 500î jin ji bo sterilizasyona
cerahî hatine sewqkirin. Ev jinana êdî tu wextê nikarin zarokan
bînin. Belê metodên plankirina malbatî li herderê dinyayê tên xebitandin,
lê dewlet wê metodê li vêderê wek siyaseteke hîle û fêlbaziyê, ji
bo kêmkirin û kontrolkirina nufûsê grubeke etnîkî bi kar tîne. Ev
yek bivê nevê tîne bîra mirovan ku hevrikiya etnîkî bi awakî vekirî
û eşkere dewam dike.
|