Dadkirina rêvebirin
HAK-PARê
dewam kir

Doza li dijî HAK-PARê ya li Dadgeha 3-emîn a Anqerê di roja 07.12.2005-a de berdewam kir. Ev dadkirina han berdewama dadkirina berê ye ku ji ber sedemê axaftina bi zimanê kurdî di komcivîna partiyê de û nivîsandina dawetnameyeke bi zimanê kurdî hatibû vekirin. Wek tê zanîn partiyê ji serokomarê Tirkiyê re jî dawetnameya kurdî þandibû.

Cîgirên serokê HAK-PARê Fehmî Demir, Reşît Delî û Kurbanî Demîr, mihasibê partiyê Celal Yildiz, Ramazan Kahramaner, serokê liqa Anqerê Haydar Cîhaner û tercumanê mehkemê avûqat Sabahattin Korkmaz û avûqat Hasan Dagtekîn û Mevlut Şener di mehkemê de beşdar bûn. Di salona dadgehê de herwisa gelek kesên guhdar amade bûn.

Di mahkemê de avûqatên partiyê ragihandin dadgehê ku maddeya 81ê ya qanûna 2820 a hilbijartinan li dijî destûra Tirkiyê û li dijî peymanên navneteweyî ye ku Tirkiyê îmze kirine.

Cigirê serokê HAK-PARê carek din ragihand ku ew ê dev ji axaftin û nivîsandina zimanê kurdî bernedin.

Mehkemê biryar da  ku dadgehê cara wê di roja 2ê Sibata 2006a de dîsa bicive.

 

 
© 2001-2005 Roja Nû