KURDAN Û SWÊDIYAN HELEBÇE BI BÎRANÎN
STOKHOLM 16 adar
2004
Li Stokholmê, wek hersal îsal jî
di roja 16ê adarê de Qetlîama Helebçe hat bîranîn.
Di civîna bîranîna jenosîda Helbçê da wezîra Demokrasî
û Integrasyonê xanim Mona Sahlîn, Serokê Partiya Çep
Lars Ohly û nûnerên partiyên swêdî yên dî axifîn.
Nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê li Iskandînavya
Taha Berwarî, li ser navê Komîta HEVKARÎ Dara Ehmed,
li ser navê PLATFORMa Kurdên Ewropayê û Federasyona
Komeleyên Kurdistan Keya Îzol axifîn.
Wezîra
swêdî xanim Mona Sahlîn di gotara xwe de got ku teror
ne hercar tenê bi destê kesan yan jî gruban dibe,
herweha hin dewletjî terorê dikin. Wê got"Terora
Tirkiyê û terora Iraqê li dijî kurdan kir ku gelek
ji we hatin xwe li Swêdê girtin. Îro ez dibînim we
li vir ala kurdî û ya swêdî bi hev ve zeliqandiye.
Êdî ji vir weha ev pevgirêdan rastiyeke û wê her wisa
jî bimîne. Em qebûl nakin ku gelê kurd her û her di
bin êþ û azarê de be." Mona Sahlîn bûyerên dawîn
ku li Qamîþlo û derên din yên Kurdistana Suriyê qewimîn
destnîþankir ku dewletên mintiqê ji destkevtiyên kurdan
li Kurdistana baþûr ditirsin.
Serokê
Partiya Çep Lars Ohly jî di gotara xwe
de jenosîda Helebçê û gelkujiya
li Qamîþlo bi tundî mehkum kir û
got ku gelê kurd ji mêjda ye jiyaneke
bi kuþtin, xwînrijandin, sirgûn
û nexweþiyên gelek mezin dibîne,
lê belê tarixa kurdan ne tenê zordestî,
kuþtin û sirgûn e, di wê tarixê
de li dijî zilmê, hêvî, þer
û berxwedaneke mezin jî heye" Êdî
dûrbûna cografî wek berê nabe
sedemê nedîtin û nebihîstina
zilma ser wan û þerê wan yê
ji bo azadiyê. Çavê dinyayê
li ser wan e. Em ê ji vir þûnda
jî piþtgiriya xwe ji bo mafên rewa
yên gelê kurd nîþan bidin".
Nûnerên Partiya Jîngehê, û
serokê ciwanên Partiya Liberal jî
li dijî qetliama Helebçê û
Qamîþlo axifîn mesajên piþtgiriyê
dan tevgera azadîxwaz ya gelê kurd.
Civîna bîranînê ji alî Komîta
HEVKARÎya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanê, Federasyona
Komeleyên Kurdistanê,
Platforma Kurdên Ewrûpa hatibû organîzekirin.
|