Di salavegera duwem ya koçkirina xwe de
rewþenbîr û siyasetmedar
Hemreþ Reþo hat bîranîn

STOKHOLM/06.02.2005- Serokê PDK (Bakur) yê berê Hemreþ Reþo di salavegera duwemîn ya koçkirina xwe de, di roja 7ê sibatê de li Stokholmê di civînekê de hat bîranîn. Civîn ji alî Komîteya PDK-Bakur ya li Swêdê hatibû amadekirin.

Nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanê û gelek rewþenbîr di civîna yadkirinê de baþdar bûn. Li ser jiyan û xebata rewþenbîr û siyasetmedar Hemreþ Reþo gotar û mesajên yadkirinê yên partiyên siyasî, Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî (KH), Federasyona Komeleyên Kurdistanê û Insiyatifa Kurdên Swêdê hatin pêþkêþkirin. Derbarî kesayetî, xuy û xebatên Hemreþ Reþo de Nezîr Þemîkanli axaftinek pêþkêþ kir.

Nûner û hevalbendên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) jî beþdarî civînê bûn û mesajeke yadkirinê pêþkêþî civînê kirin. Sekreterê berê yê PSK birêz Kemal Burkay jî ji civînê re peyamek þandibû. Peyama Burkay û ya Komîta Swêdê a PSK jî hat xwendin. Herweha li ser navê PDK (Baþûr) û li ser navê Nûnertiya Hukumeta Federe a Kurdistanê jî gotar hatin xwendin. Dr. Celadet Çelîker jî li ser kovara "Hêvîya Welêt" û kovara "Çiya" ku di salên heftêyî de li Almanyayê ji alî Hemreþ Reþo hatine belavkirin, agahdarî dan.

 
© 2001-2005 Roja Nû