Zordestiyên li ser HAK-PARê berdewam dikin

   


Cîgirê serokê giştî yê HAK-PARê Îbrahim Güçlü hat girtin

Güçlü di destpêka sala 2002 a da li Mersînê bi rojnamevav ra li ser pirsa kurd qise kiribû, hingê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya duwemîn li dijî Güçlü doz vekiribû û dûra salek cezayê girtinê lê birîbû. Güçlü li t emyîzê îtîraz kir, lê hîna biryara dawî nehatibû ew girtin. Roja 17ê Nîsanê dema Güçlü ji HAK-PARê derket ku biçe mala xwe ew li derva girtin û birin hebsê.

Serokê giştî yê HAK-PARê Abdulmelîk Firat di dazana çapemeniyê da got ku dewlet bi kiryarên weha dixwaze partiya wan çavtirsandî bike.

Firat weha dibêje: "Qatil, diz, şêlankar, çete û îşkencekar hemû li derva serbest digerin, lê polêsên rejimê bêî ku li benda encama mehkemê bisekinin bi lez û bez Ibrahîm Güçlü girtin ji ber dîtin û raya wî.

Bi vê bûyerê careke din diyar bû ku bi derxistina ewqas ”pakêtên demokratîkbûnê”yasayên bingehîn û yên din ku hêjmara wan nayê bîra me, qaşo hemû ji bo ahengiya YE(Yekitiya Ewropayê) derxistin, di heqîqetê da tu tiştekî naguherînin. Li vî welatî çerxa îşkencê jî qedexeya ser ramanê her berdewam dike. Ne qabilîyet ne jî nîyeta rejimê heye ku xwe biguherîne."

 
© 2001-2003 Roja Nû