Di mîtînga Kolnê de bi hezaran kurd beþdarbûn û bi yek dengî kirin qîrîn:

FEDERALÎZM LI SER BINGEHÊN SÎYASÎ, COGRAFÎ, NETEWÎ Û DILXWAZÎ!

KERKÛK KURDISTAN E!

BIJÎ AZADIYA KURDISTAN!

Di roja 7ê sibatê de li Kolnê nêziki 20 000 kurd (li gor reqemên polêsên alman ji 15.000 î zêdetir) ji bo piþtgiriya biryara Parlamena Kurdistanê kombûn û bi yek dengî kirin qîrîn: FEDERALÎZM LI SER BINGEHÊN SÎYASÎ, COGRAFÎ, NETEWÎ Û DILXWAZÎ! KERKÛK KURDISTAN E!

Xwepêþandana Kolnê ji ali komita hevkariya hêzên siyasî yên Kurdistanê HEVKARÎ hatibû amadekirin. KTV (Kurdistan TV) meþ û mîtîng bi awayê zindî weþand bi milyonan gelê kurd ev çalakiya manedar temaþekirin. Xên ji endam û hogirên partîyên Kurdistanê gelek kesên serbixwe, sexsîyetên navdar û hin dostên bîyanî jî beþdar bûn.

Ev çalakiya mezin ku ji bo piþtgiriya daxwaza Federalizma siyasî û netewî ya gelê kurd li baþûrê Kurdistanê hatibû amadekirin, bi beþdarî û bernama xwe gihîþt armanca xwe. Di eynê wextê da rûreþkirina bûyera terorîst ya ku di yekê sibatê de li Hewlera paytext qewimî, û di wê karesetê de bi hejmareke bilind ewladên herî hêja yên gelê kurd hatin þehîdkirin, beþekî giring yê çalakiyê bû. Vê bûyera malxirab kurd ji herwextê bêtir nêzîkî hev kir. Kurd li Kölnê bûne yekdil, yekdeng ...kurdayetî dane pêþîya hizbayetîyê. Ala rengîn ew roj rengekî xweþ da bajarê Kolnê. Di bernamê da hunermendên kurd ên bi nav û deng wek Þivan Perwer , Fatê, Ewîn ve Ali Baran hest û hêcana beþdaran geþtir kirin.

 
© 2001-2003 Roja Nû