Federasyona
Komelên Kurd li Swêdê di ”Konferansa Gelkujîyê” ya
navneteweyî de
wek çavdêr
hat vexwendin
STOKHOLM-”Konferansa
Gelkujîyê” ya navneteweyî ku ji alîyê hukumeta Swêdê ve li
Stokholmê hatibû organîze kirin sê rojan domand. Roja
dawî (29ê cileyê paþîn) deklerasyone hevbeþ ya encamê hat
belavkirin. Di deklerasyonê de biryarine muþexes û berbiçav
derneketin, tenê hin daxwaz û pêþniyazên giþtî pêþda hatin.
Di Konferansê de 55 dewlet di sewîya serokkomar,
serokwezîr, wezîrê derve yan jî sefîrên xwe beþdarî kirin.
Federasyona Komelên Kurd li Swêdê jî di gel 15 rêxistinên
din yên NGO wek çawdêr hatibû vexwendin.
Serokê
Federasyonê Keya Îzol li ser navê FKKSê wek çavdêr li ”Konferansa
Gelkujîyê” amade bû.
Îzol,
sê rojên konferansê de di gel van þexsîyetên jêr hevdîtin
kir;
Serokkomarê
Timura rojhilat Xanana Gusmao, sefirên EY Pierre
Richard Prosper û Edward B O Donnell, wezîrê kevn yê Fransa
Dr Bernard Kouchner, proffessor Samantha Power,
sefîrê Swêd li EY Jan Eliasson, wezîra Entegrasyonê
Mona Sahlin, berpirsê Navenda Olof Plame Thomas
Hammarberg, sefîrê Pirsa Minoritetan li YN Rolf Ekeus,
sefîr ji Finland Elizabeth Rehn, serokwezîrê Ermenîstanê
Andranic Margaryan, wezîra Ewrûpa ya Bulgarîstanê Meglena
Kuneva, Wezîrê civakî yê Qibrisê Iacovas Keravnos,
Cîgirê wezîrê derve yê Yûnanistanê Andreas Loverdos,
wezîrê Diaspora yê Îsraelê Nimrod Barkan.
Serokê
FKKSê roja duwem ya Konferansê de li beþa ”Dersên xeletîyan
ji gelkujîyên dîrokî” de li ser pirsa kurdan, Gelkujîya
Helebce, kampanya Anfal û li ser rewþa Federalîzmê
dîtinê xwe pêþkeþî wê forumê kir. Serokê
forumê Jan Eliasson di gotinê xwe yê dawî yê ku ji bo hemû
beþdarên Konferansê, (teqrîben 1200 kes) kir pirsa kurdan
anî ziman.
Herweha
daxuyanîyek (ingilizî û swêdî) li ser pirsa kurdan li Konferansê
hate belvkirin.
|