Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd komcivîna xwe ya 20î çêkir
Federasyona komeleyên Kurdistanê di rojên 3-4ê gulanê da komcivîna xwe ya bîstan (20) pêk anî. Bi beþdariya 154 nûnerên komeleyan komcivîn hat vekirin. Piþti hilbijartina dîwanê, civînê bi rawestandina deqîqeyekî ji bo rêzgirtina þehîdan dest pê kir. Piþtî xwendina rapora xebatê û ya aborî, nûneran raya xwe li ser kar û barê federasyonê gotin, bi rexne û pesin qîmet dan xebatên komîta karger. Roja duwemîn piþtî guhartina hin xalên destûrê û standina biryar û pêþniyazan, endamên nû yên organên Federasyonê hatin hilbijartin.Ji komcivînê ra gelek slavnameyên piþtgirîyê û pîrozkirinê hatibûn þandin, navê þandiyaran hatin xwendin. Komcivîn bi serfirazî û dilxweþî derbas bû.

Di roja 19ê gulanê da civînên organên federasyonê (Komîta Karger, Komîta Giþtî) çêbû. Komîta Karger di nav xwe da kar dabeþkirin, wek serok dîsa serokê dewra bihurî Keya Îzol, sekreter Hemîd Gewherî, sekreterê aboriyê Kovan Amedî hatin hilbijartin. Di herdu komîtan da ji bo kar û barên mayin jî komîteyên xebatê hatin hilbijartin.

Wek tê zanîn Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê di sala 1981î da bi pêþengî û hevkariya þeþ komeleyên kurd hat damezrandin. KOMKAR- Swêd yek ji wan e. Ji destpêkê heta niha, federasyon bûye dezgehekî netewî ku ku kurdên ji herçar parçên Kurdistanê tê da cî girtine. Dervayî PKK, hemû partiyên siyasî di kar û barê federasyonê da beþdar û alîkar in . Bi gotineke kurt, sembolîk jî be federasyonê yekîtiya kurdan pêk anîye û bûye nimûneyeke baþ ji bo kurdên çaralî cîhanê.

Em ji Federasyonê ra, di kar û barên wê da serfirazî û pêþketinê dixwazin.