ROJNAMA "KURDISTAN" BÛ 105 SALÎ

   


Rojnamegeriya kurdi bû 105 salî

22 Nîsanê, roja salvegera 105mîn ya rojnama “KURDISTAN”ê ye.

Di tevgera rewşenbiriya kurd da rojeke giring e 22ê Nîsanê. Ew li welat û dervayî welat bi gelek awayên cuda tê pîrozkirin.

Rewşenbîrê mezin Miqdat Midhat Bedirxan, di 22ê Nîsana sala 1898a da li Qahîrê, paytextê Misirê dest bi derxistina rojnama kurdî ya pêşin kir. Li ser zext û zordestiya dewleta Osmanî rojnama Kurdistan bi neçarî gelek cih guhastin. Piştî ku Osmaniyan zext li ser Misrê kirin Bedirxanan rojnama “Kurdistan” derbasî Ewropayê kirin, Cenevre, London û Folkston gelek cîh guhast. Piştî Midhat Bedirxan begê, birayê wî Evdirehman Bedirxan barê derxistina rojnamê hilda ser milê xwe. Di çar salan da li menfiyê, di rewşeke dijwar da 31 hejmarên rojnamê derketin.

Mizginî li Midhat Bedirxan!

Îro piştî 105 salan li beşekî azad ê Kurdistana te bi sedan rojname, kovar û pirtûk derdikevin. Gelek  “KURDISTAN” li Kurdistanê bi serbestî derdikevin. Helbet piraniya hevwelatiyên te heta niha jî di jêrdestiya dewleta tirk da li serbestiya ziman û çanda xwe digerin. Ew ji azadiyê bêpar in, lê tu gora xwe de rehet razê rewşenbîrê xwedî şeref û giranbiha! Li ser wê riya ku te nîşanî gelê xwe daye îro êdî bêhejmar kesên ronakbîr û zana dimeşin. Em kurd bi gavên mezin pêşda diçin. Spas ji bo bîr û hizra weya pîroz, spas ji bo keda we ya mezin, dijwarî û tengaviyên ku we kişandin... Em bi minnetdarî we bi bîr tînin.

 

 
© 2001-2003 Roja Nû